Li navçeya Tirbespiyê şehîdên Mijdarê û Kanûnê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê 37 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê ku dem û cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li navçeya Tirbespiyê şehîdên Mijdarê û Kanûnê hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê şehîdên Mijdarê û Kanûnê hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê şehîdên Mijdarê û Kanûnê hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê şehîdên Mijdarê û Kanûnê hatin bibîranîn
28 kanûn, 2021   12:39
QAMIŞLO 

 Bi beşdariya malbatên şehîdan û nûnerên meclisa leşkerî û sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan 37 şehîdên Mijdar û Kanûnê li hola Siyahî ya bakurê navçeyê bi bîr anîn.

Malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan vêxistin û gul li pêşiya wêneyên wan danîn. Piştre, sînevizyonek der barê wêneyên şehîdan hate pêşandan.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê Xelîl Osman axivî û got, şehîdan canê xwe feda kir da welatekî biewle û aştiyane ava bikin.

Xelîl Osman siyaseta PDK`ê û kiryarên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha dewam kir: "Em kiryarên PDK`ê yên neradestkirina cenazeyên şehîdan ku ev 3 meh in malbatên şehîdan banga wergirtina zarokan xwe dikin, bi xiyaneta gelê Kurd û înkara vîn û şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav dikin."

Ruxmî bangan, PDK`ê cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cudî ku 27-28`ê Tebaxa derbasbûyî li herêma Xilêfan di kemîna çekdarên PDK`ê de şehîd bûbûn, radestî malbatên wan nake.

Xelîl Osman di dawiyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî êrişên artêşa Tirk, hevgirtina xwe ava bikin.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeta şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

(eh)

ANHA