Li Minbicê soza tolhildana şehîdên Kobanê hate dayîn

Bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê û gundewarên wê meşek li dar xist.

Li Minbicê soza tolhildana şehîdên Kobanê hate dayîn
28 kanûn, 2021   12:50
MINBIC

Meş ji rojavayê bajêr dest pê kir û ber bi Çerxereya Cizîrê ve dewam kir. Beşdaran wêneyên şehîdên Kobanê û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re, em dizanin kê em qetil kirin û soza me tolhildan e, ciwanên şoreşger temsîla gel û şoreşê dikin" rakirin.

Meş li Çerxerêya Cizîrê veguherî mîtîngê û li wir endamê Tevgera Ciwanan a Minbicê Hecî Mistefa axivî û got: "Bajarê Kobanê dikeve erdnîgariya Sûriyê û gef li tu kesî nexwariye, lê artêşa Tirk bi hedefgirtina wê hemû pîvan û qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Mistefa got: "Ew dizanin ku ciwan çêkerên şoreşê ne û misogeriya serkeftina şoreşê ne."

25`ê vê mehê artêşa Tirk û çeteyên wê bi balafirên bêmirov maleke Kobanê hedef girt, di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn û 4 kesên din birîndar bûn.

(eh)

ANHA