Çeteyên dewleta Tirk ji bo avakirina wargehên nû li Efrînê bi sedan dar birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nêzî 100 darên zeytûnê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê birîn.

Çeteyên dewleta Tirk ji bo avakirina wargehên nû li Efrînê bi sedan dar birîn
28 kanûn, 2021   12:30
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk nêzî 100 darên zeytûnan ên şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî ku dikeve navbera gundên Elka û Kefrrûmê yên navçeya Şera ya dagirkirî birîn.

Çavkanî diyar kir ku armanca çeteyan ku wan daran wekî êzing li bazaran bifiroşin û wargehên nû li şûna wan ji bo bicihkirina malbatên xwe ava bikin.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyekî ji navçeya Mabata diyar kir ku çeteyên El-mşat rûberên berfireh û mezin ji darên daristanê yên di navbera gundên Hec Qasim û Mist Eşîra de birîn, da ku wan daran bifroşin û baregehên leşkerî ava bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî dagirkirina Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de, dewleta Tirk a dagirker 300 hezar welatiyên Efrînê koçber kirin û 400 hezar kes ji malbatên çeteyan li Efrînê bicih kirin.

 (dx)

ANHA