Çeteyên Tirkiyê li Efrînê fîdyeyê li şivanan ferz dikin

Çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa fidiyan li ser şivanan ferz dike da ku pezên xwe li zeviyên gund biçêrînin.      

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê fîdyeyê li şivanan ferz dikin
28 kanûn, 2021   11:04
ŞEHBA

Çavkaniyeke herêmî ragihand ku serçeteyên bi navê Ebû Elî El-Qelmûnî û Fehid Ebû Ehmed ên Feylaq El-Şam, şivanan neçar dikin ku ji bo her pezekî mehê 5 hezar lîreyên sûrî bidin, da ku ew pezên xwe li zeviyên gund biçêrînin.

Di 13`ê Îlona 2021`an de çeteyên Feyleq El-Şam rênedan ku şêniyên gundê Beradê yê navçeya Şêrawa biçin nav zeviyên xwe û hilberînên xwe berhev bikin, tenê piştî wergirtina erêkirina aliyên pêwendîdar li gund û dayîna fîdyeyê dikarin biçin nava zeviyên xwe.

 (eh)

ANHA