Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
28 kanûn, 2021   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN  

Parêzerên rêber Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertê tecrîdê girtî ye, Newroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

 Parêzerên Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di heftê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin.

Li ser vê parêzeran di 22'ê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana "hevdîtina lezgîn" kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birîn.