​​​​​​​Firqeya 4`an sewqiyetên leşkerî derbasî Tedmûrê kirin

Piştî belavbûna agahiyan li ser niyeta DAIŞ`ê ya êrişkirina bajarê Tedmûrê, hêzên hikumeta Şamê Firqeya 4`an derbasî herêmê kir.

​​​​​​​Firqeya 4`an sewqiyetên leşkerî derbasî Tedmûrê kirin
28 kanûn, 2021   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê li derdora bajarê Tedmûrê belav bûne.

Li aliyekî din jî balafirên Rûsyayê vê sibê 8 caran êriş bir ser nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Resafe ya bakurê rojhilatê Reqayê.

(eh)