​​​​​​​Malbatên şehîdan: Terora dagirkeriya Tirk berdewama terora DAIŞ'ê ye

Malbatên şehîdan ên navçeya Çilaxa êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir bê deng nebin û dawî li terora dewleta Tirk bînin.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Terora dagirkeriya Tirk berdewama terora DAIŞ'ê ye
27 kanûn, 2021   13:31
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li van binpêkirinan bîne.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hacer El-Hisên ve li pêşiya meclisa navçeyê bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca şikandina vîna gelê herêmê, li ber xwe didin."

Malbatên şehîdan soz da ku dê rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahî axa Sûriyê bişopînin û bi hemû hêza xwe yekitiya pêkhateyan biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan hat kirin ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin.

(dx)

ANHA