Rûsya guhertina destûra Sûriyê red dike

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyê diyar kir ku civînên Komîteya Destûrê tenê "derbaskirina demê" ne û girîngiya gotûbêjên vê komîteyê kêm nirxand.

Rûsya guhertina destûra Sûriyê red dike
27 kanûn, 2021   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentiev ji ajansa TASS a Rûsyayê re got nabe ku destûreke nû ya Sûriyê guhertina desthilatê bike armanc.

Aleksandr Lavrentiev wiha lê zêde kir: "Hikumeta Sûriyê bi destûra heyî razî ye û li gorî wê pêwîstî bi guhertinan nîn e. Heke opozîsyon guhertinên di vê destûrê de binirxîne, wê mijarên ku jê re eleqedar in bi referandumê bên nirxandin û bi awayekî din bên erêkirin. Divê ev xebat berdewam be."

Aleksandr Lavrentiev wiha dom kir: "Lê heke kesek bixwaze destûreke nû çêke da ku erkên serokkomar biguherîne û bi vî awayî hewl bide desthilata Şamê biguherîne, ev rê ber bi tiştekî ve naçe."

(dx)