Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin

Bi dirûşma "Bibin Dengê Zindanan", bi hezaran jin di nav de dayikên girtiyan ên ji Efrînê xwepêşandanek li dar xist û sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî û êrişa li Kobanê  şermezar kirin.

Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
Li Şehbayê bi hezaran sûcên li dijî  girtiyên siyasî şeremzar kirin
27 kanûn, 2021   14:33
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne. Tevî sûcên ku di girtîgehên xwe de li dijî girtiyên siyasî bi tedbîrên keyfî û bêparkirina wan ji mafên wan pêk tîne, ku di encamê de gelek têkoşer şehîd bûn. Balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk beriya du rojan malek ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan tê de bûn hedef girtin, di encamê de 5 ciwan şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, Kongra Star a herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî û êrişên li ser li Bakurê Kurdistanê û Rojava xwepêşandanek li dar xist.

Bi hezaran jinên Efrînê ku di nav wan de dayikên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de hebûn, li ser rêyên trênê yê li aliyê bakurê navçeya Ehdas ya Kantona Şehbayê kom bûn.

Xwepêşandêran alên Kongra Star û Meclisa Jinên Azad, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û têkoşerên siyasî yên di girtîgehan de şehîd bûne, her wiha pankartên bi nivîsa "Bibin Dengê Zindanan", "Azadiya Rêbertî Azadiya Civakê ye", "Dem Dema Azadiyê ye", hilgirtin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana zindanan û Berxwedana Serdemê û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dest pê kir.

Xwepêşandêr li parka navçeya Ehdas kom bûn, piştre rêvebereke Koordînasyona Kongra Star a Efrînê Gulê Mihemed got: "Dagirkeriya Tirk hewl dide îradeya me qels bike û me ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dûr bixe, lê ew nizanin ku felsefeya rêbertiya ku jin ji koletiyê rizgar kiriye, di dilê her jineke şoreşger de hatiye çandin û ew ê nikaribe vîna wê qels bike."

Gulê Mihemed wiha dom kir: "Bi rêbazên curbecur hewl didin berxwedan û têkoşîna me lawaz bikin, tedbîrên keyfî li dijî têkoşerên me ên di girtîgehan de pêk tînin û mafên wan ji dest wan digrin, ku di encamê de hejmarek ji wan şehîd bûn, hemû li ber çavên rêxistinên mafên mirovan û saziyên ku doza mirovahiyê dikin."

Gulê Mihemed wiha lê zêde kir: "Li gel van sûc û komkujiyên li dijî gelê Rojava, dagirkeriya Tirk bi balafirekê malek li bajarê Kobanê kir armanc û di encamê de 5 welatî şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn. Her wiha hewl dide herêmên me ji bo dagirkirinê vala bike û Mîsaqa Millî zindî bike."

Gulê Mihemed di dawiya axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û paşguhkirina wê ya li hemberî girtiyên di girtîgehên wê de pêk tîne, şermezar kir.

Endama Meclisa Jinên Azad a kantona Şehba Sîham Elo sûcên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe ya mirovî li hemberî girtiyên siyasî bi cih bînin û dewleta Tirk û çeteyên wê darizîne.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana zîndanan û Rojava bi dawî bû.

(dx)