​​​​​​​Kongra Star li Girê Spî êrişa Tirkiyê li ser Kobanê şermezar kir

Kongra Star a Girê Spî bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide rewşa ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

​​​​​​​Kongra Star li Girê Spî êrişa Tirkiyê li ser Kobanê şermezar kir
27 kanûn, 2021   12:46
KOBANÊ

Di daxuyaniyê de ku bi dehan jinên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî amade bûn, êrişên dewleta Tirk a dagirker bi balaafireke bêmirov a ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên li Kobanê, kirin armanc ku di encamê de 5 endam şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn, şermezar kirin.

Kongra Star, diyar kir ku ev hedefgirtina sûcdar a dewleta Tirk ne cara yekemîn e, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina sivîlan didomîne bi armanca têkbirina rewşa ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di daxuyaniyê de garantor Rûsya wekî berpirsê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate binavkirin.

(dx)

ANHA