Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên Qamişlo li bajarokê Girbawî daketin qadan.

Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
27 kanûn, 2021   12:32
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo li bajarê Girbawî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarokê Zirganê û hedefgirtina sivîlan û êrişên li dijî Kobanê, meşeke li dar xistin.

Meş ji pêşiya meclisa bajarokê Girbawî dest pê kir. Meşevanan pankartên “Qatil Erdogan” û “Li hemberî kuştin û koçberkirin, em ê bi hemû pêkhateyên xwe re li ber xwe bidin” rakiribûn.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silava Rifaî axivî û got: “Êrişên serçeteyê DAIŞ`ê Erdogan ev demeke li ser Başûrê Kurdistanê bi alîkariya NATO`ê dewam dikin. Dewleta Tirk nikarîbû li hember tekoşîna gerîlyana liber xwe bide, êrişên xwe li dijî Rojava û Şengalê berfirehtir kir.”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarokê Girbawî Fadiya Ismaîl jî axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî rewşeke xeternak bike, lê bi saya berxwedana QSD`ê armancên dewleta Tirk pêk nehatin.

Meş bi sloganên  “Şehîd namirin” bi dawî bû.

 (sb)

ANHA