Welatiyên Hesekê: Girtina deriya xizmeta dijminên kurdan dike

Şêniyên kantona Hesekê diyar kir ku girtina deriyên sînorî yên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re komployek e da herêmê dorpêç bike û projeya Rêveberiya Xweser têk biçe.

Welatiyên Hesekê: Girtina deriya xizmeta dijminên kurdan dike
27 kanûn, 2021   04:20
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Hefteya borî PDK`ê li ser vegirtina konê çalakiyê yê bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên 28`ê Tebaxa îsal li herêma Xelîfan a Başûr şehîd bûn, deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd girtin.

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Xidir Remo got: "Girtina deriyê Sêmalkayê, dijminatiya kurdayetiyê û dorpêçkirina herêmê ye. Çalakiya ciwanên şoreşger ên Sûriyê kirin hincet da ku deriyên sînor bigirin."

Remo ev li gotina xwe zêde kir: "Deriyê Sêmalka, deriyekê mirovî ye, gelê Kurd destek in û xwedî dozek in, ji lew re divê her kes li gorî vê yekê tev bigire li şûna ku alîkariya dagirkerên xaka Kurdistanê bikin. Girtina deriyan ji aliyê PDK'ê ve xizmeta dijminê gelê Kurd di serî de dewleta Tirk a dagirker dike, ku rojane li dijî gelê Kurd komkujiyan pêk tîne."

Xidir Remo da zanîn ku tu hincetên ji girtina deriyên Sêmalka û El-Welîd re tunene.

Remo bang li PDK`ê kir ku ji biryara xwe vegere û siyasetên dijminatiya Kurdan terk bike.

Welatiyê bi navê Ebdulwekîl Hemo girtina deriyên sînorî wekî komploya li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi nav kir ku gel dûrî projeya xwe ya demokratîk bikevin.

Welatiyê bi navê Ebdullah Hesen jî got, girtina deriyên sînorî yên bi herêmên Rêveberiya Xweser re kiryarên dermirovî ne.

Ebdullah Îsmaîl jî diyar kir ku deriyê Pêşxabûr, deriyekî mirovî bû û hewcedariyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabîn dikir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Birayê min niha li Başûr e û ji ber girtina derî nikare derbasî herêmê bibe, ji lewma em bang li PDK`ê dikin ku ji kiryarên xwe vegere û deriyên sînor veke."

(eh)

ANHA