Meclisa Rêvber a Herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya salane ya 2021'an li dar xist, tê de plansaziya sala nû eşkere kir.

Meclisa Rêvber a Herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Rêvber a Herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
26 kanûn, 2021   17:55
KOBANÊ

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya salane li bajarê Kobanê li dar xist. Nûnerên tevahî saziyên girêdayî meclisê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê rewşa siyasî nirxand.

Ferhan Kobanê diyar kir ku aloziyeke siyasî heye û got: "Dewletên ku xwe wekî garantor nîşan didin îdia dikin ku hewl didin aloziyê çareser bikin, lê di rastiyê de armanca wan qirkirina gelên herêmê ye, ji ber vê yekê destûr dide dewleta Tirk da ku êrişî herêmê bike."

Piştre rapora salane ya saziyên hatin xwendin û  xebatên ku kirine hatin diyarkirin. Paşê pêşniyar û plansaziya pêşerojê ya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê hatin nîşandan.

Ji wan; pêşxistina xebata saziyan bi rêya aktîvkirina nivîsan, temankirina xebatên nîvcomayî, temamkirina sazûmaniya rêxistinî ya deste û saziyan û pêkanîna projeyan li gorî budçeya sala 2020'an.

Her wiha bal hate kişandin ser destekdayîna qada çandinî û berhemên sewaldariyê, pêşxistina qada perwerdeyê bi rêya zêdekirina dibistanan û pêşxistina binsaziya fêrkirinê.

ANHA