Ciwanên şoreşger ên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek li dar xist

Ciwanên şoreşger ên Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze projeya biratiya gelan têk bibe û gelên herêmê qir bike.

Ciwanên şoreşger ên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek li dar xist
Ciwanên şoreşger ên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek li dar xist
Ciwanên şoreşger ên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek li dar xist
Ciwanên şoreşger ên Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek li dar xist
26 kanûn, 2021   17:50
HESEKÊ

Bi sedan ciwanên şoreşger ên bajarê Hesekê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temir, Zirgan û Kobanê şeremzar kirin.

Meş ji çerxerêya Kevok a ber bi çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî ve dest pê kir. Di meşê de bê navber diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Ji rêveberên Yekitiya Xwendekaran Hesan Murad daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina projeya biratiya gelan li bakur û rojhilatê Sûriyê û hate goitn: "Yekitî û hevgirtina gelên herêmê li pêşiya projeyên osmaniya nû dibin asteng, ji ber vê yekê bi rêya êrişan dixwazin vê projeyê têk bibin û sivîlan bitirsîne."

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazên dermirovî hebûna dîrokî ya kurdan li herêmê  îmha bike.

Di dawiya daxuyaniyê de li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê hate kirin.

ANHA