Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê banga hesbxwestinê ji dewleta Tirk kir û got: "Dewleta Tirk rêzê ji qanûn û peymanên navneteweyî nagire, di nav bêdengiya navneteweyî de serdestiya Sûriyê bin pê dike."

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
26 kanûn, 2021   15:32
KOBANÊ

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê li ser êrişa hewayî ya duh a dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên rêxisitinê, li ber navenda rêxistinê hate xwendin.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firaqê Sara Qewas daxuyanî xwend û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser taxên bajar berdewam dikin, bêyî ku hesab jê were hesbxwestin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piraniya kesên ku têne hedefgirtin, sivîl in, her wiha ziyanên madî çêdibin û tirsê dixe nav sivîlan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi binpêkirina serdestiya Sûriyê û rêgezên cîrantiya baş tevahî qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê û hate gotin: "Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan, diyar dike ku ew sûcan qebûl dike û şirîkekî rastqîn ji senaryoyên Tirkiyê yên bombebebarankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina sivîlan, têkbirina ewlehiya herêmê, pêkanîna siyasetên koçberkirin, guhertin demografîk, îşkencekirin û girtin, her wiha destekdayîna wê ji komên terorîst e."

Rêxistina Mafên Mirovan bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir  erkên xwe bi cih bînin, tavilê destwerdanê bike, sûcên li dijî welatiyan rawestinên û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Di dawiya daxuyaniyê de rola Rûsya ya "Garantor" hate şermezarkirin ku li hemberî sûcên Tirkiyê rola xwe pêk nayîne.

ANHA