Ciwanên Qamişlo li dijî êrişa li ser Kobanê çalakiyek li dar xist

Ciwanên Qamşilo bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk a qirker a bi balafirên bêmirov a li dijî maleke li bajarê Kobanê şermezar kir.

Ciwanên Qamişlo li dijî êrişa li ser Kobanê çalakiyek li dar xist
26 kanûn, 2021   14:55
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan  ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li dijî maleke sivîlan li bajarê Kobanê ya çalakiyek prostestokirinê li dar xist.

Çalakî li ber çerxerêya Osman Sebrî ya li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna şêniyên Qamişlo li dar ket. Çalakvana sloganên “Şehîd Namirin” berz kirin.

Di çalakiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Bahoz Herekol axivî û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha li hember şerekî nû ne û wiha dom kir: “Dijmin bi hemû awayan dixwaze şerê taybet li ser gelê vî welatî bide meşandin, lê nikare ji ber em xwedî felsefe û îrade ne.”

Bahoz Herekol destnîşan kir ku êrişên li dijî Kobanê û gundewarên bajarokê Zirganê pêk tên hemû bi armanca pêkanîna komployekê navneteweyî ye, her wiha li dijî mafê mirovahiyê ne û got: “Em wek ciwanên Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe ve erka me sekinandina li hember vê komployê ne, dijmin ti carî nikare hêza me li ser axa welatê me bide şikandin.”

Çalakî bi solganên “Na ji ixanetê re” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(sb)

ANHA