Li Kobanê bi hezaran kes li qadan bûn

Li bajarê Kobanê bi hezaran kes li dijî êrişên dewleta Tirk û xiyanetê li qadan bûn û soza şopandina xeta şehîdan dan.

Li Kobanê bi hezaran kes li qadan bûn
Li Kobanê bi hezaran kes li qadan bûn
Li Kobanê bi hezaran kes li qadan bûn
Li Kobanê bi hezaran kes li qadan bûn
Li Kobanê bi hezaran kes li qadan bûn
Li Kobanê bi hezaran kes li qadan bûn
Li Kobanê bi hezaran kes li qadan bûn
26 kanûn, 2021   14:50
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi meşeke girseyî bomebebarana dewleta Tirk a duh a li bajarê Kobanê ku di encamê de 2 kes şehîd bûn û 7 birîndar bûn, şermezar kirin.

Meş ji Qada Azadî ya naverasta bajar ber bi cihê bomebebaranê ya li taxa Şehîd Peyman a li rojhilatê bajar ve dest pê kir. Di meşê de pankartên "Bi ciwnan em ê şoreşa xwe biparêzin, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" hatin vekirin û diruşmeyên şeremzarkirina xiyanet û sîxurtiyê hatin berzkirin.

Li cihê bomebebaranê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Paşê bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê, hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got: "Ev êriş vîna gelên herêmê û ciwanan naşkîne, lê israra wan a domandina xeta şehîdan û xurtkirina têkoşînê zêdetir dike."

Xunav Xelî her wiha xiyaneta PDK'ê û ajantiya ji dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: "Ciwan dê li hemberî xiyanetê bisekinin heta ku wan tune bikin."

Heveroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê bang li gelên herêmê, di serî de ciwanan kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin: "Ciwan bingehê civak û şoreşê ne, ji ber vê yekê di serî de tên hedefgirtin."

ANHA