​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Di bomebebaranê de 2 kes şehîd bûn, 7 birîndar bûn

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ragihand ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Kobanê de du welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Rêveberiyê got, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyaya Federal berpirsên sûcên dewleta Tirk in.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Di bomebebaranê de 2 kes şehîd bûn, 7 birîndar  bûn
25 kanûn, 2021   17:56
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker saet derdora 16:00'an, bi balafireke bêmirov li rojhilatê bajarê Kobanê maleke bombebebaran kir.

Têkildarî mijarê, Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweser a Herêma Firatê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyên bajar.

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê got: "Ev êriş di çarçoveya rêzeêrişên terorî yên dewleta Tirk û çeteyên wê de û di nav bêdengya dewletên garantorên agirbestê têne kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, koalîsyona navneteweyî û Rûsyaya Federal berpirsên êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Hêjaye bibîrxistinêê ye ku dewleta Tirk a dagirker 20 û 23'ê Cotmehê de Kobanê bombebebaran kir, di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn.

ANHA