MSD`ê li Dêrazorê re panelek ji bo rewşenbîran li dar xist

Ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî ya li herêmê û astengiyên li pêşiya dîtina çareseriyekê û projeya Rêveberiya Xweser derdikevin, MSD`ê bi dirûşma “Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî ya Sûriyê” panelek li dar xist.

MSD`ê li Dêrazorê re panelek ji bo rewşenbîran li dar xist
MSD`ê li Dêrazorê re panelek ji bo rewşenbîran li dar xist
MSD`ê li Dêrazorê re panelek ji bo rewşenbîran li dar xist
MSD`ê li Dêrazorê re panelek ji bo rewşenbîran li dar xist
22 kanûn, 2021   18:03
DÊRAZOR

Panel li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Seba Kîlo bi beşdarbûn endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û gelek rewşebîrên Dêrazorê li dar ket.

Têkildarî panelê berdevkê MSD`ê Emced Osman ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo aktîfkirina rola rewşenbîr û nivîskaran û ji bo girtina nêrîna wan çi yên erênî yan jî neyînî, me panel li dar xist. Roleke pêşeng a rewşenbîran di mijarên siyasî de heye.”

Osman wiha domand: “Em ji panelê armanc dikin, bi rewşenbîr û nivîskaran re rûnin, nêrîn û rexneyên wan ên têkildarî çareseriya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatê bi giştî bigirin.”

Her wiha Osman mijarên sereke yên di panelê de nîqaş kirine bi bîr xistin û got: “Di panelê de me rewşa siyasî ya herêmê, astengiyên li pêşiya dîtina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re û zehmetiyên li pêşiya projeya MSD û Rêveberiya Xweser derdikevin, nîqaş kirin. Em hewl dide rewşenbîran jî tev li xebatên siyasî bikin.”

Emced Osman bi bîr xist ku di panelê de gelek nêrîn hebûn piraniya wê der barê astengiyên li pêşiya çareseriya siyasî derdikevin de bûn.

Girêdayî heman mijarê çalakvan Ebdulnasir El-Mihêmîd jî ji ajansa me re axivî û got: “Derfet tune bû ku rewşenbîr rola xwe bi awayekî çalak bilîzin û nêrînên xwe bêjin. Mîna van panel û civînan, ruxmî ku dereng li dar ketin, lê ji bo aktîfkirina rola rewşenbîran, gelek girîng in."

El-Mihêmîd wiha berdewam kir: “MSD`ê ji destpêkê ve, armanc dike diyalogê bi hemû aliyên siyasî re bike.”

Her wiha El-Mihêmîd destnîşan kir ku divê nêrîna hemû beşên civakê bê girtin û pêk werin.

(şx)

ANHA