Dagirker careke din Zirgan û gundên wê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din Zirgan, girê wê û gundê Dada Ebdal ê bakur rojavayê bajarok topbaran dikin.

Dagirker careke din Zirgan û gundên wê topbaran dikin
Dagirker careke din Zirgan û gundên wê topbaran dikin
Dagirker careke din Zirgan û gundên wê topbaran dikin
Dagirker careke din Zirgan û gundên wê topbaran dikin
Dagirker careke din Zirgan û gundên wê topbaran dikin
22 kanûn, 2021   17:15
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de ji baregehên xwe yên li mezreya Um Uşbe de taxên rojav û bakurê Zirgan û girê wê bi dijwarî topbaran dikin. Her wiha gundê Dada Ebdal ê bakurê rojavayê bajarokê Zirganê jî didin ber topan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva berê bajarokê Zirganê topbaran kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

ANHA