Bi wêne û dîmen…zirarên ji ber topbarana dagirkeriya Tirk li Zirganê

ANHA zirarên ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên şeva berê li dijî Zirganê ya Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şopandin.

22 kanûn, 2021   16:51
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ve bajarokê Zirganê û gundên hawiza Xabûrê yên li aliyê bakurê rojhilatê Hesekê rojane hedef digirin.

Şeva berê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundê Bab El-Xêr û Dawûdiyê yên dagirkirî ve bajarokê Zirgan û gundên wê yên bakur, rojava û başûrê hedef girtin.

Êriş li ser gundên Esediyê, Rebîat, Mihermele, Til Emîr, Mezre, Til Werd, taxên rojavayê bajarok û sûka wê pêk hatin. Her wiha bajarok bi gelek top û mûşekan hedef girtin. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara topan zêdetirî 60 bû. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn; ji gundê Rebîat, Melka Ehmed El-Îd (30), dayika wê Fesle El-Îd (60) û ji gundê El-Esediyê Salih Hemîd û Mihemed Xêr Elyan. Ji wê zêdetir jî gelek zirarên mezin bi mal û milkên şêniyan bûn.

ANHA zirarên ji bo topbaranên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li bajarokê Zirganê şopandin.

ANHA