​​​​​​​Meclisa Jinên Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Jinên Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê yên li ser bajarokê Zirgan û navçeya Til Temirê şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Jinên Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kir
22 kanûn, 2021   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe ya ku li ser malpera xwe ya fermî de weşandiye, destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk rewşa ewlehî û aramiyê ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser de ji xwe re hedef digire. Her wiha meclisê tekez kir ku ev êriş nîşaneya hovîtî û şovenîzma dewleta Tirk e.

Meclisa Jinên Sûriyê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bi hemû desteyên xwe ve berpirsyariya xwe li hember binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li dijî sivîlan pêk tîne, pêk bînê.

Meclisê anî ziman ku Rûsya û Amerîka berpirs in, ji ber ku ev herdu dewlet peyama agirbestê bi Tirkiyê re îmze kirine û bang li her du aliyan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrişên xwe yên li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û ji herêmên ku dagir kirine vekişe.            

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrişeke bejayî ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Um El-Kêf ê gundewarên Til Temirê têk bir.         

(dx)

 

ANHA