Balafirên Rûsyayê bi 25 derbeyan nuqteyên DAIŞ’ê li beyarê hedef girtin

Balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê li beyarê bi 25 derbeyên asîmanî armanc kirin.

Balafirên Rûsyayê bi 25 derbeyan nuqteyên DAIŞ’ê li beyarê hedef girtin
22 kanûn, 2021   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên Rûsyayê 13 derbeyên asîmanî li nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li beyara Tebenî ya rojavayê Dêrazorê û beyara Resafe ya bakurê rojhilatê Reqayê dan, bi wê re hejmara derbeyên asîmanê yên Rûsyayê li nuqteyên DAIŞ’ê yên li beyarên Dêrazorê û Reqayê di 24 saetên dawî de bon 25 derbe.

SOHR’ê da zanîn ku duh sewqiyetên leşkerî yên nû yên hêzên hikumeta Şamê tevî çekdarên alîgir gihaştin beyarên Dêrazor û Reqayê, ku dest bi hemleyeke nû ya li dijî DAIŞ’ê bikin.

Tê payîn hemle bi êrişa ji du herêman ve dest pê bike, yek ji başûrê Reqayê û rojava ve û ji beyara Resafe de heta bi navçeya Meskene ya Helebê û ya duyem ji çiyayên Beşerî ber bi herêma rojavayê Dêrazorê ve.

(fr)