Li Xakurkê di çalakiya YJA Starê de 4 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên YJA Starê li Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 4 dagirkerên hatin cezakirin.

Li Xakurkê di çalakiya YJA Starê de 4 dagirker hatin cezakirin
22 kanûn, 2021   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê;

2`ê Kanûnê saet 15:40'î li Girê Şehîd Axîn ê Xakurkê, hêzên me yên YJA Starê ji du baskan ve bi koordîneyî li 2 kozikên dagirkeran xistin. Di encama derbên serkeftî de 2 kozikên ku bûbûn hedef hatine rûxandin û bi kêmanî 4 dagirker hatine cezakirin.

20`ê Kanûnê saet 14:30'an li herêma Garê qada Kafya û saet 15:00'an qada Kunîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

18`ê Kanûnê saet 18:30'an qada Beşîlî ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di encama van êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''