Şêniyên kantona Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Fedekar re xwest

Bi sedan şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Fedekar Kurdistan, şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk ku di 13’ê Kanûnê de li navçeya Til Temir a Hesekê, şehîd bû, xwestin.                   

Şêniyên kantona Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Fedekar re xwest
22 kanûn, 2021   13:05
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji bo şehîd Aqil Reşo (Fedekar Kurdistan) ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Til Temirê de şehîd bibû, konê sersaxiyê veda.

Bi sedan şêniyên Efrînê li navçeya Fafîn a Şehbayê kom bûn û konê sersaxiyê bi wêneyên rêber Ocalan, wêneyên şehîdan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Di merasîmê de rêveberekî Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Fafînê Ednan Reşo axivî û sersaxî ji malbatên şehîd Fedekar re xwest û got: "Em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin û di şexsê wan de hemû şehîdên me yên di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine, bibîr tînin."

Ednan Reşo wiha dom kir: "Şehîd Fedekar bi hevalên xwe re li Efrînê 58 rojan li ber xwe da, piştî wê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û bi lehengî li gel hevalên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê şer kir. Di encamê de li navçeya Til Temirê giha asta şehadetê. Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin, axa xwe biparêzin û li hemberî planên dagirkeriya Tirk bisekinin."

Endamê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Şêx Qenber jî got: "Em niha di qonaxeke girîng û hestiyar re derbas dibin, di hemû qadên dîplomatîk, siyasî û leşkerî de me xwe îspat kiriye."

Endama Meclisa Jinên Azad a kantona Şehba Îman Toko sûcên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Bekîr wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîd bi dawî bû.

(dx)

ANHA