Kesayetê welatparêz Hemoş Reşo wefat kir

Kesayetê welatparêz Hemoş Reşo, bavê şehîdê ragihandina YPG’ê Xerîb Welat wefat kir.

Kesayetê welatparêz Hemoş Reşo wefat kir
20 kanûn, 2021   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesayetekî welatparêz Hemoş Reşo yê ji gundê Sînka yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Reşo jiyana xwe kir xizmeta doza gel û welatê xwe û tev li têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Civaka Demokratîk bû û bi temenê 51 salî wefat kir.

Hemoş Reşo di 1985’an de tevgera azadiyê nas kir. Reşo endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bû.

Hemoş Reşo bavê endamê ragihandina YPG’ê Xerîb Welat e yê ku di 20’ê Nîsana 2017’an de dema pêngava rizgarkirina Tebqayê dişopand şehîd bûbû.

(fr)

ANHA