Hiqûqa dijmin an jî hişmendiya tolhildanê ya kevneperest

Hiqûqa dijmin an jî hişmendiya tolhildanê ya kevneperest
21 kanûn, 2021   02:47

ORHAN KENDAL

Di zîndanên dewleta Tirk de, nemaze di demên dawîn de girtî jiyana xwe ji dest didin. Garîbe Gezer, Halîl Guneş û Abdulrezak Suyur tenê çend ji wan e. Heke ev yek normal bê dîtin û wekî ku tiştekî asayî be, were nirxandin, dê şaş be û her wiha ji bo bîranînên wan ên şoreşgerî jî dê neheqî be.

Zîndanên welatekî neynika dewlet û desthilatdariya wî welatî ne. Li zîndan desthilatdar rûyên xwe yên kirêt û rastîn nîşan didin. Îro li Tirkiyê ji 10 hezarî zêdetir mirov ji ber sedemên siyasî di girtîgehan de ne û bi sed hezaran jî ji ber pirsgirêkên civakî di girtîgehan de ne. Tevî ku zîndanên nû her tim tên çêkirin jî, zîndan têra girtiyan nakin. Zîndanên heyî hatine heta ber derî tijî kirine. Kujer, tecawizkar, çete tên berdan lê yên muxalîfê dewlet û desthilatê jî bi dehan salan di zîndanan de tên girtin û dixwazin tê de pûç bikin.

Îro li zîndanên Tirkiyê faşîzm bi halê xwe yê tazî tê sepandin.  Heke tê xwestin faşîzmê bi awayekî berbiçav bibînin, divê li van zîndanan bibînin. Li van zîndanan hiqûqa gerdûnî pêk nayê û rêzikên destûrê dewleta jî li gorî kêfiyetê tên bicihkirin. Li derve komên mafyayê yên dewletê û hêzên ewlekariyê dibin bela serê civakê û heke diwêrin vê yekê bikin, li zîndanan jî her gardiyanek li pêşberî girtiyan desthilatdariyeke bi heman rengî pêk tîne û xwe wek celad dibîne. Li zindanan ne hiqûq ne jî zagon, lê belê kêfiyeta van komikên tasalêsên dewletê heye.

Ev zîhniyet nîjadperest e, neteweperest e û faşîst e. Zîhniyeteke ku ji destpêkê ve li ser înkar û tunekirina gelê Kurd hatiye avakirin. Dijminê Kurdên azad e. Li gorî wan têgînên Kurd û Kurdistan divê ji dîrok û bîra mirovan bên jêbirin. E zîhniyet hebûn û pêşeroja tirkbûnê di tunekirina Kurd û Kurdistanê de dibîne.

KIRYARÊN WAN NE LI GORÎ ZAGONAN, LÊ JI BO KUŞTINÊ NE

Hemû kesên şoreşger-demokrat ên ji ber ji Tevgera Azadiyê ya Kurd tên girtin, li gorî vê zîhniyeta dewletê dijmin in. Tevî ku pêvajoyeke hiqûqî ya şanoyî rû da be jî, nêzîkatî û pêkanîn her tim li gorî hiqûqa dijmin bûne. Heke sûc kiribin jî kesên ceza dike, welatiyên wê ye. Welatî xwedî maf û garantiyên qanûnî ne. Lê belê kesên li gorî dewlet û hikumetan 'sûc' dikin, êdî dijmin in ku divê bên pelçiqandin û tunekirin. Ji ber vê yekê kiryarên wan li gorî hiqûqê nîn in, lê belê jin bo kuştinê ne.

MASK GUHERÎN LÊ ARMANCA TUNEKIRINA KURDÊN AZAD QET NEGUHERÎ

Di lêpirsînên dijmin de îşkencekaran ji me dipirsî "Niha dibe ku tu nemirî, lê em ê te bifetisînin, dê mirina te bi demê re be”. Ji ber vê yekê di zivistanê em dixistin nava berfê, ava sar berdidan ser bedenên me yên tazî, elektrîk didina me û gelek îşkenceyên din li me dikirin. Pêvajoya girtîgehê ji van lêpirsînan bi metodên bêhtir eyarkirî cudatir, ne tiştekî din e. Mercên fîzîkî yên zîndanê jî bi tena serê xwe li gorî vê armancê hatine dîzaynkirin.

Ji îşkenceyên li Amedê piştî 12'ê Îlonê heta pratîkên Esat Oktay Yildiran, heta Komkujiya Zîndana Amedê ya 24'ê Îlonê, Komkujiya 19'ê Kanûnê û heta roja me ya îro polîtîkayên zîndanê yên dewleta Tirk a mêtinger tim di vê çarçoveyê de bûne. Taktîk û rêbaz guherîn, mask hatin guhertin, lê armanca tunekirina Kurdên azad û berxwedana şoreşgerî qet neguherî.

Ev zîhniyeta faşîst a netewedewletê, sedem û çavkaniya bingehîn a hemû sûcan e. Li gorî zîhniyeta "Ma em wan darve nekin lê têr bikin" nêzî girtiyên şoreşger dibin. Heke nikare îdam bike, girtî di şert û mercên ji îdamê xirabtir de tên qetilkirin. Şêweyê herî sîstematîk û tûj ê van pêkanînan li Îmraliyê li dijî rêber Apo tê kirin. Ma generalekî faşîst ê dewletê ji bo rêber Apo negot “me înfaz nekir, lê em her roj dikujin”?

Di hiqûqa dijminan de mafên hiqûqî yên girtiyan didin aliyekî. Li kapasîteya girtiyan dinêrin ku li dijî dewletê serî rakirine, bê ka dema ku ji zîndanê derket, dê bikare têkoşîna şoreşgerî bidomîne yan na. Dewlet girtiyan di şert û mercên wisa de digire ku nexweş bibin, tedawî nake yan jî bi tedawiyên şaş, kuştina wan û her wiha bi hincetên cuda cezayên zêde li wan dibire û di girtîgehê de dihêle. Mînak; ji bo girtiyên li ber xwe didin, cezayê dîsîplînê û tecrîdê tê dayîn, înfazên wan tên şewitandin, ji ber îfadekirina nêrînên xwe doz lê tên vekirin û cezayên zêde didin. Ev yek jî têrê nake û bi "desteya halê baş" ku par hat çêkirin, girtiyên şoreşger ên cezayê wan diqede, poşmaniyê lê ferz dikin jê re dibêjin ji qawîşên siyasî derkevin. Yên ku vê yekê red dikin jî nayên tehliyekirin.

Xwediyên dewleta Tirk a faşîst gelek caran bi gotinên xwe yên "em ne dewleteke eşîran, qebîleyan in" pesnê xwe didin. Heqaretê li eşîran dikin lê nirxên exlaqî û civakî yên eşîran xurt in. Dewletên mêtinger nikarin binin neynikê wan jî. Tenê dewleteke barbar a wekî dewleta Tirk dikare guh nede zagonên xwe ku bi xwe danîne. Kevneperestî û barbarî ne aîdî eşîran e, lê di hişmendiya nîjadperest, milîtarîst, faşîst a netewedewletê de ne. Xwedî zîhniyeteke desthilatê ne ku ji bilî xwe her kesî marjînal dike û wek dijmin dibîne.

BERXWEDÊRÊN LI ZÎNDANAN RÛMETA ME NE

Bila ji bîr nekin ku berxwedana girtiyên şoreşger ên li zîndanê rûmeta me ye. Bi xeta berxwedanê ya ku pêş xistin û berdêlên ku dane, di şoreşê de roleke girîng lîstin. Erka hemû civakê ye ku li wan xwedî derkeve. Van girtiyan ji bo xwe tiştek nexwestiye. Daxwazên wan civakî ne. Ji bo pêşeroja gelê me û gelan in. Her wiha dizanin ku bêyî rizgariya civakî, heta ku têkoşîna şoreşê negihêje armanca xwe, rizgariya takekesî nabe. Daxwaza wan ew e ku bi awayekî kollektîf şoreşê, armancên me yên azadiyê biparêzin.

Weke civak û tevger wezîfeya me ya herî bingehîn e ku em hemû girtiyên şoreşger ji zîndanan derxin, bi taybetî jî azadiya fîzîkî ya rêber Apo mîsoger bikin. Dema ku em şerê gel ê şoreşgerî geş bikin, parastina xwe ya civakî bêhtir bikin û ya herî girîng jî zîhniyeta mêtinger û desthilata AKP-MHP'ê bi hemû sazî û avahiyên xwe re siberoja ne tenê gelê Kurd, her wiha hemû gelên Tirkiyê dê geştir be. Nexwe dê temamiya Tirkiyê bibe zîndan.  

ANHA