MSD' civîna xwe ya salane li dar xist

MSD'ê civîna xwe ya salane li dar xist, encamên kongreya şêniyên herêmên Firat û Cizîrê nirxandin.

MSD' civîna xwe ya salane li dar xist
18 kanûn, 2021   16:44
REQA

Bi beşdarbûna endamên partiyên siyasî, berpirsên Rêveberiya Xweser û MSD'ê, civîna salane ya MSD'ê hate lidarxistin. Di civînê de encamnameya kongreya şêniyên herêmên Cizîrê û Firatê hatin nirxandin.

Civîn ji aliyê hevseroka MSD'ê Emîne Omer ve hate birêvebirin. Di civînê de Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed encamên kongreyê yên li ser asta siyasî xwendin.

Îlham Ehmed got: "Ji encamên kongreyê, avakirina komîteyeke amadekar e da ku serkêşiya diyalogên bi hikumeta Şamê re bike. Vê komîteyê hewl da diyalogan bi Şamê re pêş bixîne. Her wiha gelek diyalog û civîn bi dewletên rojavayî re hatin lidarxistin, ya herî dawî li Stokholmê bû. Gelek kesayetên sûrî yên nû beşdarî vê hevdîtinê bûn. Me bi gelek kesayetên niştimanî re hevdîtin pêk anî da ku bernameyekê ji bo bidawîkirina aloziyê Sûriyê re deynin."

Îlham Ehmed bal kişand ser rola Rûsya û hewldanên wê yên pêşxistina van diyalogan û ev tişt diyar kir: "Lê ev hewldan heta niha bê encam bûn, sedema vê yekê hikumeta Sûriyê ye ku diyalogan red dike û di dirêjkirina temenê aloziyê de bi israr e."

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed anî ziman ku diyalog nayê wateya radestkirina herêman û got: "Ev diyalog li ser asta siyasî giştî ye, em li proseya siyasî ya rasteqîn digerin."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku heya niha dem ji bo destpêkirina çareseriya siyasî ne guncaw e û wiha dom da axaftina xwe: "Sedema vê yekê gelek astengî li pêşiya MSD'ê hene, ji wan astengiyan, MSD'ê ji xebatên siyasî tê dûrxistin. Me ji dewletên rojavayî bihîst ku xebata siyasî û civînên ku rejîm û opozisyon li dar dixin, nemaze civînên komîteya destûrî niha cemidî ne."

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tevgerên Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn û wiha got: "Tirkiyê hewl dide têkiliyên xwe birêxistin bike da ku alîgirên herêmî ji xwe re qezenc bike. Ji ber ku Tirkiyê li pêşberî hilbijartinan e, ev hilbijartin dê bandorê li hundirê Sûriyê bike. Em jî geşedanên li dewletên cîran dişopînin."

Piştre deriyê nîqaşê û pirsan hate vekirin. Piraniya wan li ser diyalogên sûrî, civînên MSD'ê bi dewletên rojavayî re, pêşxisitna zemîna gel a MSD'ê bi rêya diyalogên kurdî û hewandina hemû aliyên sûrî bûn.

Li ser bersivên hin beşdaran ên têkildarî diyalogên kurdî-kurdî, Îlham Ehmed ev bersiv da: "Ji ber daxuyaniyên ENKS'ê diyalogên kurdî-kurdî hatin astengkirin. Em hewl didin bi wan re diyalogan bi ser bixin, her wiha me soz da Amerîka da ku diyalogan li dar bixin û zextê li ENKS'ê bikin."

Derbarê dosyaya DAIŞ'iyên girtî de jî Îlham Ehmed ev nirxandin kir: "Bangewazî ji bo dewletên rojavayî hene da ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigirin, lê banga bersivê nadin. Em dixebitin da ku dadgehek xwecihî ava bikin, paşê wan radestî welatên wan bikin. Rêveberiya Xweser baran radike û ev yek barê wê giran dike. Tevî vê yekê di rêvebirina dosyaya DAIŞ'ê de bi ser ket."

Paşê endamê komîteya şopandinê ya kongreya şêniyên herêmên Cizîrê û Firatê, Lewrans El-Bûrsan raporê komîteyê xwend.

El-Bûrsan diyar kir ku biryar û encamên kongreyê tevahî nehatin pêkaîna û îşaret bi hilbijartin û hevpeyaman civakî kir û wiha domand: "Peymana civakî hîna geş nebûye, tu guhertin di rêzikanameya wî ya îdarî de çênebûye. Her wiha kadroyên rêveberiyê nexwedî pisportî ne û li gorî asta wan a xwendinê tên hilbijartin."

El-Bûrsan diyar kir ku ji pêşniyarên ku Rêveberiya Xweser pêk anîne, piştgirî û destekdayîna QSD'ê li hemberî şaneyên DAIŞ'ê û çeteyên dewleta Tirk e, her wiha guhertina qanûna Erka Xweparastinê ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş, rapora Rêveberiya Xweser xwend.

El-Mihbaş diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî herêmên din ên Sûriyê di tevahî qadan de pêş ketiye. Her wiha diyar kir ku hilbijartinên Rêveberiya Xweser wê di çareya yekemîn a sala bê de were lidarxistin û dê gel nûnerên xwe hilbijêre.

El-Mihbaş destnîşan kir ku ji sedî 20 ji erkan wê li gorî asta pisportiyê werin destnîşankirin û rêjeya jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de wê ji sedî 50 be, di heman demê de wê temsîla ciwnan di tevahî rêveberiyan de bi rêjeyeke mezin be.

Ebid Hamid El-Mihbaş îşaret bi vekirina akademiyên pêşxistina hêzên leşkerî kir û wiha domand: "Her wiha rêveberiyên rewşên girtiyan li tevahî herêmên rêveberiyê hatin vekirin, bi rêya van rêveberiyan şênî dikarin rewşa xizmên xwe yên girtî nas bikin. Têkoşîna li dijî gendeliyê di nav xebatên rêveberiyê de cih girt. Di vê çarçoveyê de saziya çavdêriya giştî û qanûna çavdêriya hundirîn hatin aktîvkirin ku erka wan karên sazî û karmendan dişopînin."

Beşdaran li ser van mijaran pirsên xwe anîn ziman. Ji wan dema bidawbûna erka komîteya şopandinê, roparên wan li gorî lêkolînan an li gorî nêrîna gel bû. Her wiha pirsên girêdayî bûdceyê û karîna Rêveberiya Xweser û berhemên wê bûn.

Lewrasn El-Bûrsan û Ebid Hamid El-Mihbaş gotin: "Ev nîqaş encamên serkeftinên Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk e, dem hatiye ku bi hilbijartinan re sazûmanî ji nû ve were sazkirin. Dem dema pêşxistina Rêveberiya Xweser e ku rêveberiyeke avakar e û bi nêrîna saziyatî dixebite."

ANHA