Li Helebê panelek li ser fikirê laîsîzmê hate lidarxistin

Nivîsgeha Têkiliyan  a PYD`ê ya Helebê penalek bi navê "Belavkirina têgîna laîsîzmê dewlet û civakê" li dar xist.

Li Helebê panelek li ser fikirê laîsîzmê hate lidarxistin
Li Helebê panelek li ser fikirê laîsîzmê hate lidarxistin
Li Helebê panelek li ser fikirê laîsîzmê hate lidarxistin
Li Helebê panelek li ser fikirê laîsîzmê hate lidarxistin
Li Helebê panelek li ser fikirê laîsîzmê hate lidarxistin
Li Helebê panelek li ser fikirê laîsîzmê hate lidarxistin
18 kanûn, 2021   16:58
HELEB

Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro panelek li xwaringeha Tele ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûrî, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, PYD, Meclisa Sûriya Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd, Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêbertî, Partiya Sûriyê ya neteweyî ya civakî, Partiya Demokrat  a Sûriyê, Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyê û kesayetên serbixwe tev li panelê bûn.

Serokê Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qelecî axivî û got: "Ji destpêka derketina Laîsîzmê  di civakan de, nîqaşeke berfireh li ser hatiye kirin û hîn jî bi dawî nebûye, nexasim di civakeke wekî Sûriyê de ku tê de pirrnetewe û ol hene."

Mistefa Qelecî anî ziman ku têgîna laîsîzmê  tê wateya qutkirina ayînên olî ji siyasî û civak azadiya xwe bi dest bixe û wiha dewam kir: "Ne ku bi armancên olî û siyasî baweriyek li ser wan were ferzkirin, her wiha nayê wateya qutkirina ol ji jiyana giştî ya civakan, ji ber ku laîsîzmê , helwest, rêgez û erkeke mirovî ye û xwe dispêre 3 stûnan ku ew jî, dezgehên madî, zanist û pêşketina wê û aliyê mirovî."

Qelecî da zanîn ku hewcedariya civakan bi karekî niştimanî hevbeş heye da mafên xwe bi dest bixin û her kes tev li vê xebatê bibe, ji ber ku yekane rêya azadî û pêşketinê ye û ev e laîsîzm .

Qelecî destnîşan kir ku welat milkekî hevbeş e, divê cudabûnê bixin navbera çalakiyeke olî û siyasî û rêz jê re were girtin da yek ê din keysbaz neke.

Mistefa Qelecî pirsa pêşeroja siyasî ya Sûriyê kir û got, "Hîn jî gendelî heye û qada çandî û perwerdê paşve vedigere, her wiha tundî zêde dibe û fitneya olî li pêş e û welat di şerekî rastîn de ye, wê demê gelo laîsîzm hewcedariyeke civakî yan kemalî ye?

Têkildarî mijara penalê beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

Panel bi van biryaran bi dawî bû:

-Girîng e fikirê îaîkzm were belavkirin û li pêşberî ol nebe kelem.

-Laîsîzm ji bo rêvebirina civaka sûrî ya pirrengî girîng e, ew jî li ser bingeha niştimanparêziyê ye û divê qanûnên di destûra sûrî de werin parastin, hevpeymaneke civakî were destnîşankirin ku tê de her kes cihê xwe bigire û beşdarbûna jinan di hemû qadan de were misogerkirin.

-Laîsîzm  girîng e û civaka sûrî ji nifşên bê re vedigerîne, her wiha wê ji bindestiyê xelas dike.

-Rêgeza jiyana hevbeş û hevjiyana azad a di navbera hemû hêzên siyasî niştimanî de were misogerkirin û bang li koçberên bi darê zorê terka xaka kirine, were kirin.

(eh)

ANHA