Di kongreyê Yekitiya Peymankaran de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin

Di kongreyê yekemîn ê damezrandina Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakir û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî kir.

Di kongreyê Yekitiya Peymankaran de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
18 kanûn, 2021   16:06
HESEKÊ

Îro kongreyê yekemîn ê damezrandina Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Peymankarî hunere û bedewbûna avahî û sincî" li dar ket û bi nîqaşên girîng û avakirina yekitiyeke bi navê "Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" bi dawî bû.

Bi armanca destnîşankirina sûcên dewleta Tirk beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Rêber Abdullah Ocalan 1999`an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û niha di girtîgeha Îmraliyê de di tecrîdeke giran de ye.

Desthilata Tirk 29`ê Mijdara derbasbûyî cezayên nû li dijî rêber Abdullah Ocalan birîn û qedexeya hevdîtina parêzeran 6 mehan û ya malbatê 3 meh din dirêj kir.

(eh)

ANHA