'Girtina deriyê Til Koçer ji bo penaber û Koçberan re kareseteke mirovî ye'

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra Hamid diyar kir ku girtina deriyê sînor ê Til Koçerê ji penaber û koçberan re kareseteke mirovî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewletên aktîf bike da ku derî vekin.

'Girtina deriyê Til Koçer ji bo penaber û Koçberan re kareseteke mirovî ye'
18 kanûn, 2021   02:55
MINBIC-EHMED QERACE

Ji Hezîrana îsal ve, bi vetoya Rûsya û Çînê alîkariyên mirovî di deriyê sînor ê Til Koçerê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebûne. Lê Rûsya qebûl dike ku alîkarî di rêya deriyê sînor ê Bab El-Hewa de derbasî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagirkirine, bibin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek penaber û koçber hene ku alîkariyên mirovî yên ku NY`yê û rêxistinên lojîstîkî pêşkêş dikin, tenê bi rêya hikumeta Şamê bi dest dixin û ew jî miqdarekî biçûk dişîne herêmê.

Têkildarî mijarê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra Hamid axivî û got, deriyê sînor ê Til Koçer bi vetoya Rûsî-Çînî hatiye girtin û ev yek ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kareseteke mirovî ye.

Nûra Hamid destnîşan kir ku bi dagirkirina Tirkiyê ji çend herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina welatiyan  re hejmara penaber û koçberên li kampan zêde bû ku pêwîstiya wan bi alîkariyên lezgîn hene.

Nûra Hamid ev li axaftina xwe zêde kir: "Bi girtina deriyê sînor ê Til Koçerê re, penaberan bi kareseteke mirovî re rû bi rû ne. Girtina deriyê sînor bi vetoya Rûsî-Çînî xizmeta ajandeyên taybet dike da piştgiriyê bide herêmên hikumeta Şamê û herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Bi rêya bêparkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyên mirovî re jî herêmê dorpêç bike."

Nûra Hamid bal kişand ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dewam kir: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyê ye û bi aloziya aborî ya li welat ya ji ber cezayên li ser Sûriye hatine birîn bandor bûye. Aloziya aborî bandor li van herêman jî kir. Rêveberiya Xweser li hemeberî vê rewşê tedbîr girtin, lê ji ber bilindbûna nirxê dolar li beramberî lîreya Sûriyê hemû tedbîr bi astengiyan re rû bi rû man."

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra Hamid bang li rêxistinên NY`yê û mafên mirovan kir ku zextê li dewletên aktîf bike da deriyê Til Koçer veke û alîkariyên mirovî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe.

10`ê Tîrmeha 2021`ê Rûsya û Çînê cara sêyemîn veto bi kar anîn da alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînor ê Til Koçerê derbasî herêmê nebin, li hemberî vê yekê gelek caran Rêveberiya Xweser hişyariyên li ser bandorên vê biryarê kiriye û wê wekî biryareke siyasî bi nav kiriye ku xizmeta ajandeyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê dike.

(eh)

ANHA