Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê civîna xwe ya asayî li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan, civîna xwe ya asayî ya sê mehan li taxa Zorava li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê civîna xwe ya asayî li dar xist
17 kanûn, 2021   19:32
ŞAM

Di civînê de bi navê PYD'ê Mezlûm Yûsif axivî, lidarxistina civînê pîroz kir, rewşa siyasî, gefên li hemberî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nirxand.

Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne, lê bi saya projeya rêveberiya xweser hewldanên wê têk çûn.

Mezlûm Yûsif di berdewama axaftina xwe de berxwedana malbatên şehîdan a li deriyê sînor ê Sêmalkayê silav kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan, rapora 3 mehan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê ji aliyê hevserokê meclisê Mistefa Nesan ve hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye, Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê konferansa xwe ya yekemîn di 13'ê Tebaxa 2021'an de li dar xistibû û komîteyek li ser asta Şamê ji 16 endaman hilbijart. Endam li van herêman belav dibin; Zorava 7, Ruknedîn 5, Xirbe 2, Xezal 1 û gundên Esed endamek.

Konferans bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA