Meclisa Kantona Qamişlo plansaziya sala nû danî

Civîna salane ya Meclisa Kantona Qamişlo bi danîna plansaziya sala nû bi dawî bû.

Meclisa Kantona Qamişlo plansaziya sala nû danî
17 kanûn, 2021   14:48
QAMIŞLO

Civîna salane ya Meclisa Kantona Qamişlo vê sibehê li navenda Aram Tîgran a çand û hunerê ya bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna 200 endamên meclisên bajarokê Qamişlo û navçeyên wê, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê endama desteya hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif ve hate kirin. Paşê rapora xebatên meclisê û rewşa rêxistinî hate xwendin û nîqaşkirin.

Civîn bi danîna plansaziya sala 2022'an bi dawî bû. Ji plansaziyê ev in:

-Komîn dê ji nû ve werin birêxistinkirin û komîteyên wê werin aktîvkirin.

-Maleke mîrate û folklora pêkhateyên herêmê wê were vekirin.

-Çanda xweparastinê di civînê de were belavkirin.

-Planeke ji bo rêxistinkirina gundan wê were danîn.

-Qada keskahî dê were zêdekirin û park werin avakirin.

-Pêngavê paqijkirinê werin zêdekirin.

-Dewreyên perwerdeyên bîrdozî ji rêveberên saziyan re werin vekirin.

ANHA