Fermandariya Giştî ya QSD'ê li Dêrazorê hevdîtin pêk anîn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk serdana Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û şêx û rûspiyên Dêrazorê kir. Di civînê de geşedanên leşkerî û siyasî hatin nirxandin, stratejiya sala 2022'an hate eşkerekirin û nêrîn û pêşniyar hatin guhdarkirin.

Fermandariya Giştî ya QSD'ê li Dêrazorê hevdîtin pêk anîn
17 kanûn, 2021   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermadnarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, fermandara QSD'ê Newroz Ehmed serdana Meclisa Leşkerî ya Dêrazor û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Di hevdîtinê de Mezlûm Ebdî behsa zext û astengiyên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriya bi giştî pê re rû bi rû dimînin, kir. Her wiha diyar kir ku dewlet aTirk zextên xwe didomîne da ku li ser êrişên nû yên li dijî herêmê erêkirinekê werbigire.

Ebdî destnîşan kir ku peymaneke navneteweyî ji bo kêmkirina şer li Sûriyê heye û QSD'ê li gorî peymanê tevdigiere da ku aramî li herêmê misoger bibe. Her wiha diyar kir ku ji aliyê rejîma Şamê jî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê têne kirin û ev yek derfetê dide DAIŞ'ê da ku çalak bibe û xeteriya wî zêde bibe.

Mezlûm Ebdî îşaret pê kir ku divê xebetên têkoşîna li dijî DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî were zêdekirin ku ji planên wan ên stratejîk ên pêşîn ên sala 2022'an e.

Her wiha banga zêdekirina têkoşîna li hemberî qaçaxçîtiya li qiraxa çemê Firatê û tevahî sînor kir û ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwest ku ji bo peydakirina ewlehî û aştiyê ji gelê Dêrazorê re xebata xwe çalaktir bikin û wiha got: "Em hewl didin ku tevahî pêwîstiyan bi cih bînin da ku asta Hêzên Ewlekariya Hundirîn xurttir bibe."

Fermandariya Giştî ya QSD'ê li nêrîn û pêşniyarên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn guhdar kirin.

Paşê Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û şêx û rûspiyên wê re civiya.

Di civînê de Mezlûm Ebdî geşedanên sala 2021'an nirxandin, xal û stratejiyên sala 2020'an ên derbarê Dêrazorê de destnîşan kir. Ebdî got: "Em Hêzên Sûriya Demokratîk û tevahî saziyên me yên fermandarî û rêveberî, me siyaseta xwe ya sala 2022'an lêkolîn kir û me xwest bi we re parve bikin. Di aliyê leşkerî de gelek astengî hene, DAIŞ'ê hîna heye, gefên dewleta Tirk û provakasyonên rejîmê hîna didomin. Li gorî stratejiya me ya leşkerî û siyasî ya sala 2022'an em ê li hemberî tevahî astengiyan bixebitin."

Têkildarî rewşa rêveberî û xizmetguzarî, Ebdî diyar kir ku wan di dawiya sala 2021'an pêngaveke têkoşîna li dijî gendeliyê di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dan destpêkirin û ev pêngav dê berdewam bike.

Her wiha diyar kir ku pêwîst e rewşa xizmetguzarî û tenduristî ya Dêrazorê were pêşxistin.

Ebdî bal kişand ser aloziya sotemeniyê û wiha domand: "Ji peterola ku em derdixin ji sedî 55 em dikin mazot, lê tevî vê yekê aloziyeke mezin a mazotê heye. Di encamê de sûdeke madî ji petrolê nayê girtin. Ji ber vê yekê me biryar da ku qaçaxçîtiya mazotê rawestînin."

Têkildarî axaftinên girêdayî diyalogên bi rejîma Şamê re, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlû Ebdî ev tişt diyar kir: "Her diyalogekek bi rejîmê re wê bi beşdarbûna nûnerên şêniyên Dêrazorê, Reqa, Minbic û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Tevahî pêkhateyên herêmê, di serî de Dêrazorê di rizgarkirina bajar de bi me re bûn, bi hev re em ê herêmê biparêzin. Îdiayên ku dibêjin rejîm derbasî herêmê bûne, hewldaneke da ku hebûna xwe li hundirê herêmê zêde bike û ewlehiya wê xirab bike.

Em teqez dikin ku wê çareseriyeke siyasî û aştiyane ji bo Sûriyê hebe, lê ne wekî ku rejîm dixwaze. Pirsgirêk li gel me nine ku bibin beşek ji pergala Sûriyê ya giştî, lê taybetmendiyên me hene û em ê parastina wan bikin, ji wan taybetmendiyan, qebûkirina Rêveberiya Xweber û taybetmendiya QSD'ê ne. Nabe çareseriyeke leşkerî ji bo Sûriyê hebe."

Ebdî destnîşan kir ku sala 2022'an, wê sala pêşxistina xebatê rêveberî di hemû meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de be.

Her wiha da zanîn ku tevî gefan, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî dewletên cîran mina Iraq û herêmên di bin serweriya rejîma Şamê û yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ewletir e û wiha axaftina xwe dewam kir: "Li hin herêmên Dêrazorê hîna şaneyên DAIŞ'ê hene, divê em bi hev re kar bikin da ku wan tune bikin, dive şêxên eşîran, gel û hêzên ewlekariyê û yên leşkerî yên Dêrazorê bi hev re bixebitin da ku aramî û aştî li herêmê misoger bibe."

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî di dawiyê de got, nexşerêyeke bi Koalîsyona Navneteweyî re heye, hewcedariya vê nexşerêyê bi hevgirtina şêniyan bi saziyên ewlehiyê re heya da ku bi serkeve.

ANHA