Çeteyên DAIŞ`ê careke din êrişî nuqteyên hikumeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwe li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Çolistanê zêde kirine.

Çeteyên DAIŞ`ê careke din êrişî nuqteyên hikumeta Şamê kir
17 kanûn, 2021   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Sor a Çolistana Meyadîn a gundewarê Dêrazorê çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hêzên "Dîfa El-Wetenî" ên girêdayî hikumeta Şamê kir, di encamê de 4 çekdarên "Dîfa El-Wetenî" birîndar bûn. Birîna hinekan giran e û rakirin nexweşxaneya leşkerî ya Dêrazorê.

Li derdora bajarokê Medan Etîq ê rojhilatê Reqayê jî çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteya leşkerî yên girêdayî Feyleq El-Xasim ku Rûsyayê piştgiriya wê dike, kir. Çeteyan 3 endamên wê dîl girt. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê li Çolistana Medan li şaneyên DAIŞ`ê digere.

14`ê vê mehê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandibû ku balafirên Rûsyayê careke din êrişî Çolistana Sûriyê kiriye û şikeftên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana rojavayê Dêrazorê û çolistana Reqayê hedef girt.

(eh)