Dayikên Aştiyê: Mesûd Barzanî pêşwaziya dagirkan dike lê nameyên me red dike

Dayikên Aştiyê diyar kir ku pêşwazîkirina serçeteyên ku Efrîn dagir kiriye li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Mesûd Barzanî ve, nayê qebûlkirin û got “Dema me xwest nameyekê radestî wan bikin, red kirin lê ji bo pêşwazîkirina dijminan amade ne.”

Dayikên Aştiyê: Mesûd Barzanî pêşwaziya dagirkan dike lê nameyên me red dike
17 kanûn, 2021   07:41
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Hate eşkerekirin ku serokê PDK'ê Mesûd Barzanî li Başûrê Kurdistanê pêşwaziya şandeya "Meclisa Sivîl a Efrînê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker kiriye û pê re hevdîtinek pêk aniye.

Têkildarî mijarê Dayikên Aşîtiyê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. Dayika bi navê Şemsîxan Gulo diyar kir ku ev zêdetirî 70 rojan e bi aştiyane li deriyê sînor ê Sêmalkayê e da ku daxwaza wergirtina cenazayên gerîlayan bikin û wiha got: “Em dixwazin nameyekê bigihînin hêzên PDK’ê, lê hêzên PDK`ê me red dikin. Me 4 caran hewl da lê pêşwaziya me nekirin.”

Şemsîxan Gulo wiha got: “PDK pêşwaziya dijmin tenê dike, ji radestnekirina cenazeyên şehîdan tê eşkerekirin ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Îro Mesûd Barzanî diçe li gel çeteyên ku Efrîn dagir kiriye, hevdîtinê pêk tîne, lê ne amade ye nameyekê ji dest me bigire.”

Şemsîxan da xuyakirin ku ew vê hevdîtinê normal nabînin û ev hevdîtin wek îxanet binav kir. Şemsîxan Gulo pêşwazîkirina serokê berê yê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî jî bi bîr xist û got: “Çawa pêşwaziya me nakin! Em dayik in û kezeba me dişewite.”

2`yê Adara îsal, PDK`ê pêşwaziya serokê Îtîlafa Sûriyê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker Nesir El-Herîrî kiribû û rastî gelek bertekan hatibû.

`DESTÊ PDK`Ê DI DAGIRKIRINA HERÊMÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DE HEYE`

Şemsîxan Gulo da zanîn ku dema xwestin nameya xwe bighînin hêzên PDK`ê ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan li ser sînor bi dan û standinan nexweş re rû bi rû man û wiha şîrove kir: “Bêhna kurdayetiyê ji nîqaşên wan nedihat. Ji ber mirovên ku pêşwaziya dagirkeran bike, bi vê yekê dibe hevkarê dijimin, wê demê destê PDK`ê di dagirkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê de jî heye. PDK`ê li her deverê rewabûnê dide êrişên dewleta Tirk a dagirker. Rojekê me daxuyeniyek şermezarkirinê jê nedîtiye.”

`BI GIRTINA DERIYÊ PÊŞXABÛRÊ PDK`Ê DIXWAZE ROJAVA DORPÊÇ BIKE`

Şemsîxan Gulo bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve û wiha got: “PDK ne bi destê xwe ye, dixwaze wekî Peymana Lozanê bike, bi vê yekê dibêje ez ê rê li ber Rojava bigirim û Rojava dorpêç bikim, lê derî li ber Rojava nayê girtin. Gelê Rojava dizane debara xwe bike.”

Sibeha 16`ê Kanûnê, hêzên PDK`ê deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de li aliyê Pêşxabûrê girt.

Şemsîxan Gulo bi bîr xist ku di sala 2014`an de PDK'ê xendeq di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de kolandin û wiha got: “Em wek gel em li dijî wan xendeqan derketin, me got bila destê biratiyê ji hev qut nebe, xewnên dijminan pêk neyên. Piştî wê yekê dîwarê şermê danîn, îro jî dergehê bi temamî digirin. Bi vê yekê tişta ku dewleta Tirk dixwaze, pêk tê.”

Li aliyekî din dayika Semîra Xelîl jî da zanîn ku pêşwazîkirin dagirkerên Efrînê ji aliyê Mesûd Barzanî ve, tê wateya alîkariya bi dewleta Tirk a dagirker re. Semîra Xelîl wiha got: “Em wek Dayikên Aştiyê naxwazin kiryar bigihêjin vê astê û kêfa dijimin li me were. Em dixwazin PDK li xwe vegere û êdî bes e jê re.”

ANHA