'Dewleta Tirk bi êrişên li ser Şengalê tola DAIŞ hiltîne'

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên ser kesayetên welatparêz ên êzidî tola çeteyên DAIŞ'ê hiltîne.

'Dewleta Tirk bi êrişên li ser Şengalê tola DAIŞ hiltîne'
17 kanûn, 2021   01:35
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Li dijî civaka êzidî gelek ferman û komkujî hatine kirine. Ya herî dawî 7'ê vê Kanûnê bû, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov li erebeya hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merewan Bedel da. Di encamê de Merwan Bedel şehîd bû û du zarokên wî di erebeyê de bûn birîndar bûn. Dîsa jî di 11'ê heman mehê de bi balafireke şer avahiya Meclisa Gel a navçeya Xanesorê bombebebaran kir.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrişan tola DAIŞ'ê hiltîne.

Welatiyê bi navê Ednan Ilêwan got: "Êrişên Tirkiyê yên li dijî pêkhateyên êzidî tolhildana DAIŞ`ê ye. Ji dema ku êzidî li hemberî DAIŞ'ê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, bi ser ketin, Tirkiyê Şengal dike hedef."

Ilêwan îşaret pê kir ku bombebaran û hedefgirtina welatparêzan nîşaneya tirsa dewleta Tirk a dagirker ji vîn û berxwedana vî êzidiyan e û wiha dewam kir: "Divê êzidî heta pêkanîna armancên xwe û bidestxistina hemû mafên xwe, têkoşîna xwe berdewam bikin. Li aliyekî din jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên bi armanca têkbirina vê pêkhateyê û çanda wê, bi israr bin."

Welatiya bi navê Edle Elî diyar kir ku hedefgirtina kesayetên welatparêz ên wekî şehîd Merwan Bedel tê wateya berdewamkirina siyaseta dagirkeriya Tirk û ajanên wê ya li dijî gelê ku xwe dûrî desthilatê bi rê ve dibe. Edle Elî da zanîn ku dê ev hewldan nikaribin israr û vîna civaka êzidî têk bibe.

Edle Elî wiha axaftina xwe dewam kir: "Gelê êzidî gelek zehmetî kişandin, her wiha gelek komkujî bi serê wan hat, a herî dawî jî li ser destên DAIŞ`ê bû. Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên berdewamkirin, lê gelê êzidî dê bi ser bikeve."

Welatiyê bi navê Ehmed Mehmûd jî axivî û got, gelê Kurdistanê bi armanca xweparastinê her tim xeta têkoşîn û berxwedanê girtine û ji bo armancên xwe yên li ser erdnîgariya Kurdistanê jiyaneke birûmet bi dest bixin, dê şer bike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê gelê Şengalê berxwedana xwe dewam bike."

(eh)

ANHA