​​​​​​​‘Derengxistina darizandina DAIŞ’ê jê re dibe piştgirî’

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî paşguhkirina dosyaya darizandina çeteyên DAIŞ’ê diyar kir ku derengxistina darizandina DAIŞ`ê, zindîhîştina fikirên wê yên tundraw e.

​​​​​​​‘Derengxistina darizandina DAIŞ’ê jê re dibe piştgirî’
17 kanûn, 2021   06:43
HESEKÊ

Çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelên herêmên ku dagir kiribûn, serjêkirin, koçberkirin û wêrankirina bajar û binesaziyan pêk anîbûn. Lê QSD’ê di Adara 2019’an de di baregeha dawî ya Baxozê de DAIŞ ji aliyê erdnîgarî ve têk bir. Têkildarî vê yekê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga muhasebekirina çeteyên DAIŞ’ê bi rêya dadgehên navneteweyî û bidawîkirina dosyaya dîlgirtiyên di kampên herêmê de dikin.

Rûspiyê eşîra El-Beke ya navçeya Holê Ehmed Hisên El-Şilaş da zanîn hîna xetereya DAIŞ’ê heye û wiha got: "Xetereya çeteyên DAIŞ’ê hîn li ser herêmê mezin e û tevahî cîhanê dît ku wan serê welatiyan jê dikirin, dizî û talanî dikirin û fikirê wê yê tundraw gefên li dijî ewlehiya herêmê ye. Di kampa Holê de bi hezaran malbatên DAIŞ’ê hene û gefan li îstîqrara herêmên me dixwin."

Hisên wiha domand: "Hîna şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê hene û gelek welatî û kesên ku hewl didin ji fikrên wan ên tundraw dûr bikevin, dikin hedef. Sedema vê yekê jî derengmayîna darizandina çeteyan ji aliyê hêzên navneteweyî ve û mayîna malbatên wan di kampên herêmê de ye."

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra El-Fadil Menaf El-Reca wiha got: "Xetereya DAIŞ’ê heye û civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqnas berpirsê xetereya vegera çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Her wiha şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê di vê dema dawî tevgerên xwe zêde kirine.

Zêdetirî 19 hezar çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehên QSD’ê de ne, ji wan sûrî, iraqî û biyanî ne. Ew di operasyonên QSD’ê yên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine girtin.

El-Reca bal kişand ser bêhelwestiya cîhanê û xetereya li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Zarokên di kampan de êdî ne biçûk in. Ev jî têrê dike ku DAIŞ bi awayekî rêxistinkirî vegere. Ji ber dayikên wan di wan kampan de, wan li ser fikirê DAIŞ’ê yê tundraw perwerde dikin."

Îsal, di kampa Holê de 126 sûcên qetilkirinê û hewldanên kuştinê pêk hatin, her wiha 13 kon hatin şewitandin. Ev yek îşaretê pê dike ku civata navneteweyî li dijî zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ’ê bê helwest e û xetereya heyî paşguh dike.

Bi her tevgereke nû ya şaneyên DAIŞ’ê li herêmê û sûcên wan di kampên malbatên DAIŞ’ê de, di serî de kampa Holê bangên welatiyan ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê zêde dibin.

Têkildarî vê yekê rûspiyê eşîra El-Beke li navçeya Holê Ehmed Hisên El-Şilaş wiha got: "Divê çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin. Ji ber ku sûc li wir kirine û divê fikirê wê yê tundraw êdî were têkbirin."

Rûspiyê eşîra El-Fadil jî da zanîn ku divê çareyeke binyadî were dîtin da ku xetereya DAIŞ’ê were bidawîkirin. Ev yek jî divê bi derxistina wan ji kampan û darizandina çeteyên li gel QSD’ê girtî, pêk were.

Li aliyekî din jî rexneyên gel li dijî civaka navneteweyî zêde dibin. Ji ber ku civaka navneteweyî têkildarî bangên avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê bê deng e.

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir ku di avakirina dadgehê de piştevaniya wê bike. Lê civaka navneteweyî; Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, tu helwesteke zelal têkildarî vê yekê nîşan neda.

El-Şilaş rola dewletên peywendîdar û NY`yê rexne kir û destnîşan kir ku paşguhkirina dewletên ku endamên NY û Koalîsyona Navneteweyî ne bû sedem ku dewletên din jî dosyaya wergirtina welatiyên xwe û darizandina wan li wan dewletan bi dûr kevin an jî piştgiriya avakirina dadgehan li herêmê bikin.

El-Şilaş bal kişand ser helwesta dewletên ku wergiritina welatiyên xwe yên ji malbatên çeteyan red dikin û diyar kir ku ev yek nîşan dide ku wan dewleta çeteyên DAIŞ’ê şandine herêmê da ku gelê Sûriyê qir bikin.

El-Şilaş têkildarî neberpirsyariya dewletan li hember dosyaya DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî bangên dubare ji rêxistin û aliyên hiqûqî yên têkildar re ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê darizînin, mixabiniya xwe anî ziman.

Menaf El-Reca dewletên ku red dikin welatiyên xwe wergirin, rexne kirin û got civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ku tu tedbîran têkildarî mijarê nagirin, berpirsyar in. Ji ber ku ev yek dibe piştevaniya DAIŞ’ê û belavkirina fikrên wê di kamp û girtîgehan de.

El-Reca diyar kir ku eşîr dixwazin dewletên ku welatiyên wan di kampên Sûriyê de hene, wergirin, ji ber ku ew çete li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetereyeke mezin çêdikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Xwesteka avakirina dadgehên ji bo darizandina DAIŞ’ê xwestekeke gel a giştî ye û divê civaka navneteweyî ji nû ve dosyaya çeteyên DAIŞ’ê di ber çavan re derbas bike yan jî wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin."

(fr)

ANHA