Li Xaneqînê 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Li bajarokê Sediye yê ser bi navçeya Xaneqîn a Diyale di navbera çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Iraqê şer der ket. Di şerê rû dayî de 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.

Li Xaneqînê 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin
16 kanûn, 2021   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Sediye yê ser bi navçeya Xaneqîn a Diyale artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ji bo rizgarkirina 4 kesên ku şeva borî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin îro danê sibehê dest bi operasyonê kirin.

Hate ragihandin li ser gola Hewrîn artêşa Iraqê kete kemîna çeteyên DAIŞ’ê û şer rû da. Li gorî heman çavkaniyê heta niha jî berdewam e.

Di şer de 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.