Meclisa Malbatên Şehîdan 151 şehîdên Dêrikê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan îro li Dêrikê 151 şehîdên ku di sal û cihên cuda şehîd bûne de bi bîr anîn û da zanîn ku Meclisê piştrast kir ku şehîdan rêya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye ronî kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan 151 şehîdên Dêrikê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 151 şehîdên Dêrikê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 151 şehîdên Dêrikê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 151 şehîdên Dêrikê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 151 şehîdên Dêrikê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 151 şehîdên Dêrikê bi bîr anîn
16 kanûn, 2021   14:39
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Dêrikê ya Qamişlo 151 şehîdên di Tebax, Îlon û Cotmehê, sal û cihên cuda de şehîd bûne li stada Kornîş bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de malbatên şehîdan û nûnerên ji meclisên leşkerî û sivîl amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û wesîqeyên şehadetê ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed ve hatin xwendin.

Dûvre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wense Şawîş axivî û wiha got: "Şehîdan rêya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye ronî kir ku rêveberiyeke demokratî ya hevbeş bi rê ve bibin. Divê li hember komployên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîn were bilind kirin."

Li aliyekî din jî li ser nave Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Adil Hisên bal kişand ser fedekariyên gelê kurd û got: "Gelê Kurd di oxira pêkanîna armancên şoreşê de gelek fedekarî da û gelek serketin bi dest xistin û wê yekê bandoreke mezin li qadên navneteweyî kir."

Hesen diyar kir ku bi saya fedekariyên şehîdan ew gihaştin vê qonaxa dîrokî ya ku îro tu kes nikare hebûna gelê kurd an mafên wî yên rewa înkar bikin.

Piştre sînefzyonek têkildarî dîrok û têkoşîna 151 şehîdên ku di cih û demên cuda li çiyayên Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriye şehîd bûne, hat pêşandan.

(dm)

ANHA