Şêniyên gundên Til Temirê ji ber topbarana artêşa Tirk metirsîdar in

Şêniyên gundê Til Kerbît ê navçeya Til Temirê topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gund, şermezar kir û got topbaran jiyana wan dixe xetereyê û zarok jî ditirsin.

Şêniyên gundên Til Temirê ji ber topbarana artêşa Tirk metirsîdar in
16 kanûn, 2021   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber topbarana artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundên Til Kerbît, Til Kêvcî û Asûriyê yên li rojavayê Til Temirê, gelek zirar gihaştin mal û milkên şêniyan û pezê wan.

Şêniyên gundê Til Kerbît ê Ereban topbarana li ser gund şermezar kirin.

Şêniya bi navê Eyşe Cemo ji ajansa me re axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker saet 04:00`ê sibê gund kir hedef. Ji ber dijwariya topbaranê, tirsa mirinê kete dilê her kesî. Me tiştek nekiriye heta ku wisa gund topbaran bikin.”

Eyşe wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Asûriye û Til Kêvçî pêr topbaran kirin û duh jî gundê me kir hedef. Kesên temenmezin nekarîn ji gund derkevin, ew di nava topbaranê de man.”

Eyşe diyar kir ku rewşa wan gelekî xirab e, hewa sar e û pencere ji ber topbaranê şikestine, pez li çolê ye û bê debar maye. Eyşe Cemo got: “Guneha zarokan çi ye ku di vî halî de bin.”

Şêniya bi navê Dera El-Elî jî wiha axivî: “Gundê me kirin hedef û heke me xwe star nekira, dê me tune bikirana.”

Dera wiha bang kir: “Ma çima me topbaran dikin. Ji ber vê topbaranê zarok gelekî ditirsin.”

(dm)

ANHA