Çiya Kurd: Dê Rêveberiya Xweser bibe cewherê belavkirina demokrasiyê li Sûriyê

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got "Tunebûna diyalogeke sûrî ya giştî hişt ku hikumeta Şamê cesaretê di ferzkirina çareyên leşkerî de bigire. Dê Rêveberiya Xweser têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê bidomîne û banga rizgarkirina tevahî bajarên dagirkirî bike û bibe cewherê belavkirian demokrasiyê li Sûriye pêşerojê.

Çiya Kurd: Dê Rêveberiya Xweser bibe cewherê belavkirina demokrasiyê li Sûriyê
15 kanûn, 2021   18:53
HELEB

Li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê civîneke girseyî hat lidarxistin, tê de Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî.

Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de îşaret bi pêşdeçûnên îsal ên li qada Sûriyê û cîhanê kir.

Çiya Kurd behsa vekişîna DYA’yê ji Efganistanê, aloziyê piştî wê û nakokiyên ji ber vekişînê kir û wiha got: "Bê gûman dê ew vekişîn bi xwe re hin hevsengiyên nû li herêmê bîne û divê em ders û encamên cewherî ji wan xebatan bigirin, ew jî pirrengiya stratejî di navbera pêkhateyên herêmê de ye û divê sûdê ji hêzên navneteweyî yên li herêmê bigirin ku çareya siyasî û aramiya herêmê peyda bikin."

Çiya Kurd armancên hebûna Amerîka li Sûriyê bi gelek hedefan li ser zimanê fermandariya Amerîkayê nirxandin, ji wan jî berdewama operasyonên leşkerî li dijî DAIŞ’ê da ku were teqezkirin ku fikirê tundraw û terorîst hatiye tunekirin, aramiyek li herêmê were peydakirin ku şer di demeke dirêj de pêk neyên.

‛DÊ RÊVEBERIYA XWESER PÊŞÎ LI FIKIRÊ DAIŞ Û ALÎGIRÊN WÊ BIGIRE’

Têkildarî gefên berdewam ên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Minbic û Şehbayê Çiya Kurd wiha got: "Dê gefên dewleta Tirk dilgel berdewama zihniyeta desthilat a li Tirkiyê ku gelan qir dike, bimînin."

Çiya Kurd wiha domand: "Nakokiya berjewendiyan di navbera armancên hatine ragihandin de yên Amerîka û Rûsyayê ji aliyekî ve û dewleta Tirk ji aliyê din ve, rê li ber ragihandina êrişeke leşkerî li herêmê girt. Ev yek jî vedigere têkoşîna me ya li ser tevahî astan ku bandor li hin helwestên navneteweyî kir."

Çiya Kurd ev tişt anî ziman: "Lê dewleta Tirk di siyasetên xwe yên dijminane ya li hember gelên herêmê de bi israr e û hewl dide krîzên xwe yên hundirîn bi rêya êrişên leşkerî derxe derve. Lê diyar e tevahî kiryarên hikumeta faşîst wê ji hilweşînê bi dema nêz rizgar nakin. Ew yek jî ji ber têkoşîna gelê me ya di oxira azadî û demokrasiyê de ye ku hişt hikumeta faşîst ber bi rewşekê ve bibe ku nikare jê bi derkeve û dê hin guhartinên siyasî li Tirkiyê çêbibin. Ev nîşane ye ku rejîma Tirkiyê bi piştevaniya herêmê û navneteweyî li beramber guhartina siyasî ye, dê ev yek jî bandorê li Sûriye û Iraqê bike."

Çiya Kurd da zanîn ku QSD’ê xebat dike ku hevsengiyeke giştî li herêmê ava bike û têkildarî aliyê leşkerî ya li dijî terorê mirov dikare pişta xwe bidiyê û ji aliyê siyasî ve mirov dikare pişta xwe bide Rêveberiya Xweser. Ji ber ku şêweyekî nû ye û dendika demokrasiyê li Sûriye pêşerojê ye.

Çiya Kurd ev tişt anî ziman: "Em niha bi hemû derfetên xwe hewl didin çareyeke siyasî li ser asta Sûriyê pêk bînin û em amade ne vê role bilîzin."

‛RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BINGEHA TEVAHÎ DIYALOG Û PEYMANÊN PÊŞEROJÊ YE’

Çiya Kurd behs kir ku gelek dewletên herêmê û cîhanê dagirkirina Efrînê ya bi lihevkirina Rûsya û Tirkiyê paşguh dikin, lê ev peyman ne demdirêj e, ji ber stratejî tune, lê belê bi bûyerên diqewimin û yên nû yên li ser asta giştî ve girêdayî ye û hilweşîna wê ne dûr e.

Têkildarê mijarê Çiya Kurd got dê temamkirina çareseriya giştî ya diyaloga berfireh li Sûriyê  rê li ber derketina hemû hêzên derve ji Sûriyê veke, di serî de jî dewleta Tirk. Rêveberiya Xweser hewl dide vê yekê pêk bîne da ku tevahî herêmên dagirkirî vegerîne û koçber vegerin warên xwe û Efrîn di diyalog an jî peymanên pêşerojê de di cihê yekemîn de ye û tu lihevkirin bêyî pêkanîna wan çênabin û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyayeke hevgirtî ye û tu peyman bêyî yê din pêk nayên.

‛TUNEBÛNA LIHEVKIRINEKE SIYASÎ YA NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ Û HETA SÛRÎ CESARET DA HIKUMETA ŞAMÊ KU ÇAREYÊN LEŞKERÎ PÊK BÎNE’

Çiya Kurd behsa diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir û wiha axivî: "Em dibînin ku diyalog ji bo tevahî aliyên li Sûriyê çareyeke guncaw e. Tevahî dizanin Sûriyê di navbera aliyên destwerdêr de hatiye parçekirin û sûrî bûne qurbaniyên ajandeyên derve. Ji lew re em nêrînên hevgirtî ji bo pêşerojê nabînin. Wê jî hişt ku hikumeta Şamê cesaret bike rewşa beriya aloziyê bi rêya leşkerî ferz bike û li gorî pîvanên xwe diyalogê ferz bike."

Girêdayî heman mijarê Çiya Kurd da zanîn ku siyaseta demdirêj a bikeve xizmeta pêşeroja Sûriyê li gel hikumeta Şamê tune ye û wê jî hişt tu pêşketin li ser çare û diyalogan bi giştî tune be. Ji ber ku xwe dispêre heman zihniyeta kevn. Ne pêkan e rewşa li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de û rewşa li tu erdnîgariyeke Sûriyê wisa berdewam bike."

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd wiha dawî li gotina xwe anî: "11 salan ji aloziya Sûriyê azar ji koçberan re, wêranî û hilweşîna aboriyê çêkir û ev yek nayê jibîrkirin û bi çareyên hikumeta Şamê werin qebûlkirin. Divê em her tiştî ber bi başbûnê ve biguherin, ji destûra li welat bigire heta bi sazî û pergala siaysî da ku em ji vê krîzê bi derkevin."

(fr)

ANHA