​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD`ê ya Kobanê civîna xwe ya salê li dar xist

Meclisa Jinan a PYD`ê ya kantona Kobanê civîna xwe ya salê li hola Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê li dar xist û plansaziya xwe ya salê eşkere kir.

​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD`ê ya Kobanê civîna xwe ya salê li dar xist
15 kanûn, 2021   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser prespektîfên rêber Ocalan ên girêdayî jinan sinivîsyonek hate pêşkêşkirin. Hola civînê bi wêneyên têkoşer û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate ximilandin.

Piştî sinivîsyon bi dawî bû, rapora salê ya jinên kantona Kobanê hate xwendin. Di raporê de ev hate destnîşankirin: "Di belgeyên tundiya li dijî jinan hate xuyakirin ku herêm di rewşeke bi fikar de ye û rewşa hinan ji wan gihaşt asta xwekuştinê, li herêmên dagirkirî jî şerekî dijwar li dijî jinan tê meşandin, ji lew re divê em jin li qadên têkoşînê hîn zêdetir kar û xebatê bikin."

Dûvre berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehre Semo rewşa siyasî nirxand û got: "Dewleta dagirker azadiya gelê herêmê qebûl nake û projeya me ya demokratîk hişt gel azad bibe. Ji xwe armanca projeyê ya sereke ew bû ku aloziya Sûriyê çareser bike û jiyana hevbeş a gelê herêmê mînaka vê yekê ye."

Zehre Semo ev li nirxandina xwe zêde kir: "Dewleta dagirker tecrîda li ser rêber Ocalan giran kir, bi wê re agahiyên me derbarê rewşa rêber Ocalan de tune ne. Dewleta Tirk her ku di dikeve xefk û tengaviyê de vê yekê dike û êrişî HPG`ê yên li çiyayên Kurdistanê dike. Lê HPG’ê bi berxwedaa we êriş û planên wê têk birin. Di wan êrişan de jî jinan xwe isbat kir û bû nimûneya jina azad."

Piştî nirxandinê, rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin û plansaziya sala bê ya Meclisa Jinan a PYD`ê ya kantona Kobanê hate eşkerekirin.

Girîngtirîn plansaziya sala bê ew in ku rola jinan di PYD’ê de were aktîfkirin, piştevaniya jinên ciwana were kirin, xebat ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî were kirin û piştevaniya hêzên parastina jin were kirin.

(eh)

ANHA