​​​​​​​Li Bagokê dewleta Tirk derdora goristana şehîdan bombebaran kir

Li gorî nûçeya ANF`ê, dewleta Tirk 11'ê Kanûnê goristana gerîlayên HPG/YJA Starê ya li Çiyayê Bagokê bombe kiriye û ji bo kolandinê kepçe biriye herêmê.

​​​​​​​Li Bagokê dewleta Tirk derdora goristana şehîdan bombebaran kir
15 kanûn, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona ku dewleta Tirk a dagirker 11'ê Kanûnê li Çiyayê Bagokê ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dayî destpêkirin didome.

Hate ragihandin ku 12'ê Kanûnê balafirên şer ên dewleta Tirk derdora goristana gerîlayên HPG-YJA Starê bombe kiriye. Her wiha hate gotin qada di navbera gundê Marînê û Xirbê Xelo de jî hatiye bombekirin.

Çavkaniyên herêmî gotin kepçeyek şandine herêma ku tevgera leşkerî lê didome û bi kepçeyê Şikefta Silo ev 2 roj in tê kolandin.