Koordînasyona Jinan a herêma Firatê civîna xwe ya salê li dar xist

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Firatê civîna xwe ya salê li navenda Meclisa Rêveber a herêmê ya li Kobanê li dar xist.

Koordînasyona Jinan a herêma Firatê civîna xwe ya salê li dar xist
14 kanûn, 2021   16:44
KOBANÊ

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre civîn bi nirxandina rewşa siyasî ya li herêmê û gefên li ser wê berdewam kir.

Hevseroka kantona Kobanê Leyla Ehmed rewşa siyasî nirxand û da zanîn ku ne tenê dewleta Tirk a dagirker êrişî Rêveberiya Xweser dike, lê belê gelek dewlet di vî şerî de beşdar in ku proeyên xwe li herêmê pêk bînin û projeya demokratîk a gelên herêmê têk bibin.

Leyla Ehmed wiha domand: "Divê em sûdê ji tecrûbeyên ku me li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîtine û serkeftina HPG’ê wergirin. Her wiha divê em pişta xwe nedin  garantorên Rûsya û Amerîka ku hewl didin fitne û aloziyê li herêmê pêk bînin."

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşe Efendî îşaret bi projeya demokratîk a li herêmê kir û wiha got: "Vê projeyê tevahî projeyên dewletên ku hewl didin hevgirtina pêkhateyan derbe bikin, bi bin xistin. Her wiha divê jin qeydên ku vîna wan kelepçe kirine bişikînin."

Piştî nirxandina rewşa siyasî, raporên taybet bi saziyên jinan a herêma Firatê hatin xwendin, dûvre biryar û pêşniyarên civîna salê hatin eşkerekirin.

BIRYAR Û PÊŞNIYAR

Dê di hefteyê de 2 saetan di her saziyekê de semîne li ser rêveberî, îdeolojî û çandî, sînordakirina diyardeya parsekê, pêşkêşkirina bernameya têkbirina diyardeyên xwekuştin û tundiya li dijî jinan werin dayîn.

Her wiha bernameya piştevaniya projeyên xizmetguzarî yên jinan, vekirina projeyên aborî ku tê de hejmareke mezin a jinan beşdar bibin, lêkolînkirina aktîfkirina rola rêxistinên piştevaniya jinan bi taybet di aliyên aborî de hatin pêşkêşkirin.

Ji pêşniyarên girîng ên di civîna salê de, dê rêziknameya koordînasyona jinan were çêkirin û bibe parçeyek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser, civînên xwe di saziyan de berdewam bikin da ku rola jinan aktîftir bibe û pergala hevserokatiyê jî aktîftir bibe.

(fr)

ANHA