‛NATO û hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên êrişên li ser Şengalê ne’

Kongra Star a herêma Firatê da zanîn ku hikumeta Bexda û Hewlêr û NATO’yê berpirsên êrişên li dijî Şengalê ne û teqez kir ku ew hedefgirtina koka Kurd e, her wiha soz da, ku ew ê tolê ji qetilkirina girtiya Kurd Garîbe Gezer di girtîgehên faşîzma Tirk de, hilîne.

‛NATO û hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên êrişên li ser Şengalê ne’
14 kanûn, 2021   15:51
KOBANÊ

Bertekên gel û siyasetên dijberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, hedefgirtina gel û rêveberiya wê ya xweser bilind dibin. Nexasim di demekê de çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê derketin, êrişa dagirkeriya Tirk a dawî ya li ser Şengalê pêk hat, wê jî gûman li ser tevkariya her du aliyan di hedefgirtina aramî û ewlehiya herêmê de çêkir.

Kongra Star a herêma Firatê bi rêya daxuyaniyekê li pêş avahiya Navenda Kongra Star a Kobanê daye, sûcên dewleta Tirk ên li dijî nirxên mirovahiyê şermezar kirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Madlên Şêx Xidir daxuyanî xwend û wiha got: "Êrişên li dijî Şengalê berdewama komkujiyên li dijî gelê Şengalê yê xwedî dîroka kevnare ye û bi wan êrişan koka gelê Kurd tê hedefgirtin."

Madlên Şêx Xidir da zanîn ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmê de êrkirin ji NATO, dewleta Iraqê, PDK’ê û hin aliyan wergirtiye û wiha domand: "Ew êrişî destkeftiyên demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn dikin da ku çanda gelan qir bikin û desthilata xwe li ser gelan berdewam bikin."

Madlên Şêx Xidir got NATO, dewleta Iraqê û PDK’ê berpirsê êrişên li ser herêmê ne û wiha pê de çû: "Heke vê hevalbendiyê destûr ji bo êrişan nedabe dewleta Tirk, wê nikarî sûc pêk bianiya."

Li aliyekî din jî Madlên Şêx Xidir behsa sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî jinên girtî kir, herî dawî jî qetilkirina girtiya Kurd Garîbe Gezer di girtîgehên dewleta Tirk de.

Madlên Şêx Xidir got jinên beşdarî daxuyaniyê bûne soz da jinên têkoşer mîna Garîbe Gezer ku ew ê tola wan hilînin û têkoşînê heta bidestxistina azadî û demokratiyê bilind bikin.

Madlên Şêx Xidir di dawiyê de bang li tevahî hiqûqnas û rêxistinên têkildarî parastina mafên mirovan kir ku li dijî êrişên li ser Şengalê û êrişên li dijî vîna jinan bisekinin.

(fr)

ANHA