Li Kampa Waşûkanî hezar û 320 kes bi laşmanyayê ketine

Piştî nexweşiya laşmanya li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê hewldana pêşîlêgirtinê dikin. Li kampa Waşûkanî 15 hezar kes lê dimînin, hezar û 320 kes nexweş in, ji ber ku gelek ji wan xwe li navendên tenduristiyê derman nakin.

Li Kampa Waşûkanî hezar û 320 kes bi laşmanyayê ketine
14 kanûn, 2021   08:46
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Di demên dawîn de li Kampa Waşûkanî nexweşiya laşmanya belav bûye. Li gorî bijîşkan gelek nexweş naçin nexweşxaneyan û ji lew re zû belav dibe. Li aliyekî din jî kêzika nexweşiyê belav dike, zêde bûye.

Kêzikê nexweşiya laşmanyayê bêhtir li herêmên çandiniyê û gundewaran belav dibe.

Ruxmî ku Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî beşa dermankirina laşmanyayê vekiriye û derman jî lê peyda dibin, lê hejmara nexweşan li kampê zêde bûye.

Li Kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê 14 hezar û 714 koçberên ji herêma Serêkaniyê hene. Li Kampa Serêkaniyê ya rojhilatê bajêr jî 14 hezar û 73 koçber hene.

Endamê Rêveberiya nuqteya Heyva Sor a Kurd Mehcûb Hiso belavbûna vê nexweşiya li kampê piştrast kir û got, di demên dawî de zêde belav bûye. Hiso da zanîn ku ew û Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser nexweşan derman dikin.

Mehcûb Hiso diyar kir ku li Kampa Waşûkanî hezar û 320 nexweş hene, lê divê yên din werin dermankirin da ku pêşî lê were girtin.

Piştî ku Şaredariyê çopa derdora kampê rakir, ji ber ku dibû sedem ku kêzik belav bibe, Heyva Sor a Kurd li kampê dermanê kêzikan direşîne.

Hiso diyar kir ku Heyva Sor a Kurd bi hemleyên perwerdekirinê, welatiyên li kampê hişyar dike da ku xwe ji nexweşiya laşmanyayê biparêzin.

Mehcûb Hiso da zanîn ku sedema derengxistina başbûna ji laşmanyayê û belavkirina wê, ew e ku nexweş li gorî tê xwestin xwe derman nakin, her wiha bi rêya tiba adetî xwe derman dikin. Hiso destnîşan kir ku rêxistinên tenduristiyê û mirovî  yên li kampên Waşokanî û Serêkaniyê alîkariyê nakin, ji lew re barê navendên Heyva Sor a Kurd giran dibe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora milyonek koçberên ji Sûriye û panaberên ji Iraqê li 15 kampên Rêveberiya Xweser û li kampên li gundewarên bajarê Reqa û Dêrazorê, Tebqa û Minbicê bi cih bûne.

(eh)

ANHA