​​​​​​​Balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê cihên ku çeteyên DAIŞ li rojavayê Dêrazorê û çolistana Reqayê lê bi cih bûne, bombebaran kirin. Hate zanîn ku kuştî hene.

​​​​​​​Balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir
14 kanûn, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir. Her wiha di çend seatên borî de şikeftên ku çeteyên DAIŞ'ê tê de bi cih dibin li çolistana rojavayê Dêrazorê û çolistana Reqayê, kirin hedef. Di encamê de zirarên canî çêbûn.

Balafirên şer ên Rûsyayê beriya 2 rojan 8 caran êrişî çolistana Mesrib a li gundewarên Dêrazorê kiribû.

(dm)