​​​​​​​Da ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê desrxistin kampanyayeke din dest pê kir

Ji bo derxistina navê PKK'ê ji “lîsteya rêxistinên terorê” bi serkêşiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13'ê Kanûnê de kampanyayekê dest pê kir û tê payîn bi milyonan îmze bêne komkirin.

​​​​​​​Da ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê desrxistin kampanyayeke din dest pê kir
14 kanûn, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji bo ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên DYA û Konseya Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13'ê Kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin.

Kampanya wê li qada navneteweyî bê meşandin. Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîn binê kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin. Gelek parlamenter, akademîsyen, sînemavan, lîderên siyasî, nivîskar û aktîvîst jî hene.

Li gorî agahiyên ku ji însiyatîfê hatin wergirtin, her kes dikare tevlî kampanyayê bibe. Kampanya li ser malpera înternetê (https://justiceforkurds.info) bi gelek zimanî hate destpêkirin. Kampanya wê li Ewropa, DYE, Kanada û Awûstralyayê bê meşandin. Di çarçoveya kampanyayê de navendên civaka Kurd wê bi roleke çalak rabin. Di vê çarçoveyê de wê stant bêne danîn û îmze werin komkirin.

4 MILYON ÎMZE DÊ BÊN BERHEVKIRIN

Hate ragihandin ku kampanya dibe ku bi heman dewam bike. Armanc jî komkirina 4 milyon îmzeyê ye.

Îmze wê pêşkêşî Konseya Ewropayê û saziyên pêwendîdar ên li DYE'yê bêne kirin. Her wiha ev îmze wê ji bo parlamenteran jî bibin referans û bi vî rengî mijar bikeve rojeva parlamentên neteweyî yan jî federal.

Însiyatîf dixwaze hinceta 'lîsteya terorê' ji destê dewleta Tirk derxîne ku vê hincetê ji bo sûcên xwe bi kar tîne. Dewleta Tirk hem ji bo êrişên xwe yên dagirkeriyê hem jî ji bo bêdengkirina dengên muxalîf ên li hundir bi taybetî jî yê Kurdan, 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewropa û DYE'yê û pênaseya 'terorîst' ji xwe re dike hincet.

Dewleta Tirk ku li Mexmûr, Şengal û Rojava bi rêk û pêk sûcên şer dike, li van deveran jî heman hincetê pêşkêş dike.

Însiyatîf ji bo şikandina bêdengiya hêzên navneteweyî, derxistina navê PKK'ê ji lîsteyê girîng dibîne. Derxistina PKK'ê ji lîsteyê wê di heman demê de deriyê edaletê ji bo Kurdan veke.