Beşdarên Meşa Dirêj: Divên ciwanên Kurdistanê tev li cenga azadiyê bibin

Beşdarên Meşa Dirêj bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk û hevkarên wê li gorî şerê gel ê şoreşger tev bigerin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Beşdarên Meşa Dirêj: Divên ciwanên Kurdistanê tev li cenga azadiyê bibin
14 kanûn, 2021   08:18
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Duh endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Werin cenga azadiyê" dest bi Meşa Dirêj kir. Tê payîn meş 3 rojan dewam bike. Ciwanan ji pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê dest bi meşê kir. Meş duh êvarê gihaşt navçeya Tirbespiyê û îro jî dê ji Tirbespiyê ber bi Girkê Legê ve dewam bike. Meş dê li Sêmalkayê bi dawî bibe.

Armanca ciwanan ji vê meşê, şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û siyasetên PDK'ê yên dijberî doza Kurd, her wiha ji piştevaniya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker e.

Di meşa dirêj de ciwanan piştrast kir ku ew ê li dijî siyaset û planên li dijî herêmê li ber xwe bidin û heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

'HETA RAKIRINA TECRÎDÊ EM Ê ÇALAKIYAN BIDOMÎNIN'

Endama Rêveberiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Qamişlo û endama Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj a Ciwanan Nesrîn Hesen diyar kir ku ev meş bersiva êrişên planên dijmin e û wiha dewam kir: "Nikare vîn û israra ciwanan a parastina destkeftiyên gelê xwe û piştgiriya berxwedana gerîla bişkîne."

Nesrîn Hesen destnîşan kir ku divê ciwanên li Kurdistanê di hemû warên rêxistinî û fikirî de xwe xurt bikin da êrişên li dijî herêmê, tê bibin û ev li gotina xwe zêde kir: "Dewletên herêmî li dijî ciwanan siyasetên şerê taybet didin meşandin da wan dûrî şoreşa wan bixe, lê em ê li dijî hemû plan û siyasetên dijmin heta nefesa dawî li ber xwe bidin, her wiha bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla, heta pêkanîna serkeftinê û rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."

ꞌCIWAN HÊZA MANEWÎ Û FIKRÎ YA ŞOREŞÊ NEꞌ

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo Mistefa Mihemed got, ciwan li dijî êrişên fikirî û leşkerî yên li ser Kurdistanê roleke mezin dilîzin û parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Mihemed ev lê zêde kir: "Me ji bajarê Qamişlo dest bi meşa dirêj kir û em ê ber bi dergeha Sêmalkayê ve biçin da piştgiriya berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bikin. Têkildarî vê yekê em bang li tevahiya ciwanan dikin ku li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê, tev li cenga azadiyê bibin."

Mihemed îşaret bi rola aktîf a ciwanan a di şoreşên cîhanê de kir û wiha axivî: "Di parastina şoreşê ji êrişên dijmin de, ciwan xwedî roleke girîng in. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana ciwanan dest pê kir û bi vê têkoşînê hemû êrişên fikirî û leşkerî yên li dijî herêmê têk birin. Ji lew re em dibêjin, ciwan hêza manewî û fikirî ya şoreşê ne."

Endama Meclisa Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Laleşîn Ebdullah îşaret pê kir ku divê li dijî hemû siyaset û planên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, rêbazên şerê gelê şoreşgerî were meşandin û ev lê zêde kir: "Em ê çalakiyên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berdewam bikin."

Laleşîn Ebdullah bang li tevahiya Kurdistanê kir ku li dijî siyasetên şerê taybet û êrişên leşkerî yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê pêk tîne, serî hildin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em li ser bingeha felsefeya Ocalan xwe ji aliyê bîrdozî ve xurt bikin."

(eh)

ANHA